Ticker

10/recent/ticker-posts

TUNDÛTÎJÎ NE TENÊ LÊDANA FÎZÎKÎ YE


Tûndûtîjî wek bertek û kiryarek fîzîkî, çandî, aborî û ramyarî ya ku li beranberî maf û azadiyê ev kes be yan kom be ferqnake dikare bê gotin. Rêber Apo tûndûtîjiyê û tûndûtîjiya li hemberî jinê hem wek civakî û hem jî wek armanca yên ku tûndûtîjiyê dike digihîne heman xala destpêkê. Ev jî ji jiyana xwezayî û komûnal derbazbûna jiyana civaka desthilatdar ya bi çîn e. Hêmanên wê amadekirin û bingehê wê yekê avêtin çîn e. Di civaka neolotîk de keşfa çandiniyê û ji cihên ji çandiniyê re destdayî hêdî hêdî dest bi jiyana xwecihî kirin, bû sedemê berhemek zêdetirî pêwîstiya koma civakê. Li aliyê din zilamê nêçîrvan ku ji ber nêçîrvantî û şertên nêçîrvantiyê zekaya analîtîk zêdetir bikar tîne û kariye xef û planan çêbike û wek pêngavek dîrokî tûndûtîjiyê ji bo bidestxistina berhemên zêde bikar tîne. Ya ku em wek encam ji vir derbixin şert û mercên xwezayî, şêweyê bikaranîna aborî, dabeşkirina kar ya di nava civakê de, têkiliyên hilberînê û encamên têkiliyên hilberînê çawa civak û kesan bandor kirine û dibin sedemê guhertina hişmendiya wan. Bi awayek giştî dîrok û çavkaniya tûndûtîjiyê û tûndûtîjiya li hemberî jinê hemane. Bi perspektîfek din tûndûtîjiya li hember jin û civakê bi têgîna milkiyeta taybet ve derdikeve holê. Ji ber ku bi derbazbûna civaka dewletdar re taybetmendiya milkiyetê jî tê gûhertin û hem di qonaxên dîroka mirovahiyê de gûhertina taybetmendiya milkiyetê, taybetmendiya tûndûtîjiyê jî gûheriye. Li gel gelek şîroveyên olî wê ve şîrove jî ne şaş be, dîroka civaka koledar, desthilatdar bi çîn dîroka tûndûtîjiyê ye û di her qonaxek civakî de taybetmendiya xwe gûheriye lê armanc û cewherê avakirî ne gûheriye. Qonaxên dîroka mirovahî û civakê, civaka koledar, feodal, kapîtalîst bê gûman tûndûtîjî û tûndûtîjiya li hemberî jinê û xwezayê her tim wek kevirekî bingehîn yê desthilatdarên van qonaxanin. Pêwîstî bi destgirtina qonaxa kopîtalîst jî hey, ji ber ku bi gûherîna taybetmendiya milkiyetê û hilbijartinê çawa tûndûtîjî rêbaz guhetiye, herî baş di vê qonaxê de tê dîtin. Bê gûman wek sîstem, çîna rêveber û desthilatdar ya kapîtalîzmê bûrjûva tûndûtîjiya li hemberî civak, jin û xwezayê gihandiye asta herî metirsîdar. Lê çima? Destgirtina vê di nava civakê û asta navdewletî de hem bi hev ve girêdayî ye û hem jî pêwîste cûda bêne nirxandin. Lê ya ku neyê piştgûhkirin eve, bûrjûvazî xwediyê yek armancêye ew jî berjewendiya aborî û milkiyeta xwe ya taybet mezinkirin e. Ji ber vê yekê jî xwezayê wek çavakaniyek ya berhemên xwe yên xam dibîne û bi awayê peryodîk û hovane bi bişaftina keda kedkaran vedigûherîne qezenca aborî. Ji şert û mercên kar bigre heta têkiliyên takakesî her wiha mûçeyên li beranberî kar tê girtin bi rewakirina tûndûtîjiyê gengaze. Di heman demê de jin hem wek karker li vir tê bişaftin û li beranberî pêvajoya tûndûtîjiyê tê, bedena wê weke metayek ya bazarkirin û reklamê tê bikaranîn. Di civaka koledar de tûndûtîjiya li hemberî civak, jin û xwezayê raste rast hovane û bê sînor bûye. Çîna vê qonaxa desthilatdar li gel bi karanîna tûndûtîjiyê, serpêhatî û bingehê vê tûndûtîjiyê rewa dike aliyê wî yê fikrî jî avakiribû. Bê goman wek Rêbertî jî derxistî holê, li gel vê xeta desthilatdar, çînayetî û dewletdar koma civakên komûnal, wek ji derveyî vê mayîn, sîstema baweriyên xwe afirandin û şêweyê hilberîna komûnal pejirandin û xwe rêvebirine hebûne, heta roja me ya îro jî şop û bermahiyên wan dîtin jî pir hêsan e.

Wek Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê em bi sîstema Konfederalîzma Demokratîk, zayendî û azadiya jin, bi Paradîgmaya Rêbertiyê xwe bi rêxistin kirinê îfade dikin. Mixabin di temenekî biçûk de zewacên zarokan, girtina next, çiqas bi fîzîkî nebe jî di vê pêvajoyê de tûndûtîjiya li ser jin çi fîzîkî lêdan be, bi devkî heqaret, xeber dayîn, gef lêxwarin be, mirov dikare bêje ku di her çar parçeyên Kurdistan de herî zêde civakek ku pesnê xwe bide xwe wek milîtanên PKK’ê bibîne, em gelê Mexmûr in. Raste bedelekî pir giran hatiye dayîn, me zarokên xwe yê herî delal bi destê xwe ji bo tevgera azadiyê diyarî kiriye, em hertim girêdanê xwe yên bi Rêbertî û şehîdan re didin diyarkirin, her wiha me dilsoziya xwe pêk aniye. Lê belê ev xalên li jor me rêzkirîn, li hemberî jinan di aliyê tûndûtîjiyê de zarokên xwe di temenê biçûk de zewicandin û next standinê de me xwe jê xilas nekirye. Beşekî kêm jî be ev nêzîkatî mixabin di wargehê de hêjî tên jiyankirin. Eger em di bin Paradîgmaya Rêbertî de xwe birêxistin dikin, bedelekî wê jî heye ev bedel jî penaberbûyîna siyasiy ye. 30 sal nirxên herî bi rûmet serî ji ti dagirkeran re netewandin, ev bedelên herî giranin. Li ser vî bingehî em neçarin layîqê vê pergalê bibin.

Nûran Sezgîn

 

     

 

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar