Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê dewreyek ya perwerdeya jineolojiyê hate dayîn

 Komîteya Jineolojî ya Wargeha Mexmûrê dewreyek ya perwerdeya jineolojî ya binavê ‘Şehîd Evîn Goyî’ ku beriya heftiyekê dabû destpêkirin, bidawî bû û beşdarvanên dewreyê gotin “dewreyên perwerdeya jineolojiyê ji her ferdek yê civakê re weke nan û av pêwîste.”

Komîteya Jineolojî ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewreyek ya perwerdeya yek hefte ya jineolojî ya bi navê ‘Dewreya Şehîd Evîn Goyî’ ku beriya heftiyekê ji xebatkarên Semta Şehîd Rûbar re dabû destpêkirin, îro bidawî bû.

Dewreya perwerdeyê li navenda Rêveberiya Semta Şehîd Rûbar bi tevlîbûna 13 xebatkaran, hefteyekî berdewam kir. Herwiha di şeva dawî ya dewreyê de ankû îşev jî sînevîzyonek li ser artêşbûna jinê hat temaşekirin. Herwiha kesên beşdarî dewreya perwerdeyî bûyî keyfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku dewreyên perwerdeyên jineolojiyê ji her ferdek yê civakê re weke nan û av pêwîste.

Herî dawî ji aliyê xwîşk û birayê Şehîd Evîn Goyî ve wêneyên şehîd Evîn Goyî hate dayîna kesên ku tevlî dewreya perwerdeya jineolojiyê bûne, bi vî awayî dewreya perwerdeya jineolojiyê ya ‘Şehîd Evîn Goyî’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar