Ticker

10/recent/ticker-posts

Leşkerê ku hatiye kuştin: Berpirsyarên kuştina me fermandarên me ne!

Leşkerê bi navê Erdem Kavlak ku di 11’ê Tîrmehê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû gotin ku di encama qezayê de hatiye kuştin, di vîdeoya xwe ya dawî de dibêje: “Em li vir bê av mane. Ger tiştek li min an jî hevalên min were, berpirsyar fermandarên me ne.”

Armanc Herekol

Roj nîne ku bûyerek a bê exlaqiyê û sûcê şer li ser artêşa dewleta Tirk zêde nebe. Ji bikaranîna çekên kîmyawî bigire heta şewitandina leşkerên xwe, ji kuştina leşkerên xwe bigire heta talankirina xwezaya Kurdistanê. Ne destpêk û ne jî dawiya bê exlaqî û sûcên şer ên dewleta Tirk nayê.

Niha jî leşkerê xwe yê bi navê Erdem Kavlak ê ji xelkê Sêwasê ye ku di 11’ê Tîrmehê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû gotin ku di encama qezayê de hatiye kuştin, derket holê ku bi zorê li qada şer hiştine û ne diyare ka ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye kuştin an jî di encama qezayê de miriye.

Leşkerê bi navê Erdem Kavlak dema ku li qada şerbû, bi tirsek mezin vîdeoyekî dikişîne û di wir de dibêje:“Ev 3 rojin em li virin û îro jî roja me ya 4’emîn e. Em li vir bê av mane. Ger ku tiştek li min an jî hevalên min were, giştî berpirsyar fermandarên me yê boluk û tabûrê ne. Ger tiştek li min were vê vîdeoyê radestî Wezareta Parastinê ya Artêşe Tirk bikin.”

Bi vê yekê carek din rûyê artêşa Tirk a qirêj û dij mirovî derdikeve holê.

Yorum Gönder

0 Yorumlar