Ticker

10/recent/ticker-posts

RÊBER APO MANÎFESTOYA JINÊ YE!

Jinên ciwan ên Wargeha Mexmûrê: “Tecrîda li ser Rêber Apo li dijî zagonên cîhanê sûcek mezine. Rêber Apo ji bo jinê manîfestoyeke û sedama têkoşînê ye. Têkoşîn geşkirin û tecrîd rûxandin erka jinên ciwane û divê em demildest tecrîda heyî birûxînin.”


Armanc Herekol

Jinên Ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn, ji rojnama me re axivîn û ev bang kirin: “Pêwîste demildest çalakiyên demdirêj û bi bandor di pêşengtiya jinê de li dijî tecrîda heyî bên pêkanîn.”

Her ku diçe tecrîd giran dibe!

Jina ciwan a bi navê Xûrbet Tûnç di destpêka axaftinên xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi tûndî şermezar kir û got: “Di kesayeta Rebertî de komployek navnetewî li dijî gelê Kurd hat pêkanîn û niha jî tecrîda girankirî tê meşandin. Hêzên dagirker, bi lîstokên cûr be cûr şêwazê êşkenceyê gûhertine. Rêber Apo bi paradîgma xwe ya azadî û wekheviyê, alternatîfa jiyana azad e. Îro pergala desthilatdar ji hêza Rêbertî ditirse. Bi hincetên bê bingeh û li dijî zagonan tevdigerin û cezayê disiplînê li ser Rêber Apo didin pêkanîn.”

Fikrên Rêber Apo derbeyek mezin li feodalîzmê xist

Tûnç di nava axaftinên xwe de qala bandora fikrên Rêber Apo ya di jiyana jinan de kir û wiha axivî: “Gelê Kurd û bi taybet jî jin, bi fikir û felsefeya Rêbertî xwe naskirin û ji nû ve dest bi jiyanê kirin. Bi derketina fikir û felsefeya Rêbertî re, jinê xwe naskir û kete di ferqa hêza xwe de. Rêber Apo bi felsefeya xwe ya azadiya jin û civakê, derbeyek mezin li faşîzm, dîktatorî, feodalîzm û her cûre fikrên paşverû xist. Jin bi felsefa Rebertî ji nû ve rabûn ser piyan û dest bi têkoşina jiyana azad û komînaliyê kir. Destkeftiya herî mezin a jinê ketina ferqa hêza xwe ye.”

Dem dema xwedî li Rêber Apo derketinê ye

Xûrbet Tûnç herî dawî bal kişand li ser rol û mîsyona jinan a di şikandina tecrîda li ser Rêber Apo de û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: “Pergala desthilatdar, pergalekî dijî jinê ye. Li dijî vê pergala peritî, pergala Netewa Demokratîk ji bo tevahî jin û civakan bû hêviyek. Em jin minetdarê Rêber Apo ne. Ji bo wê divê em xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Divê em jinên ciwan û bi taybet ciwanên Kurd bikevin ferqa hêza xwe û bi wê hêzê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin. Têkoşîn geşkirin û tecrîd rûxandin erka jinên ciwan e.”

Dixwazin gel û Rêbertî ji hev qut bikin

Her wiha li ser heman mijarê jina ciwan a endama ragihandina azad Bêrîvan Tûnç tecrîd wek sûcek dijî zagonên cîhanê bi nav kir û wiha axivî: “Tecrîd sûcek dijî mirovahiyê ye û li ti deverên cîhanê divê neyê qebulkirin. Lê mixabin ev bi salane tecrîdek giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Bi ti şêwazê ne malbat û ne jî parêzer agahî ji Rêber Apo nagirin. Tecrîd li dijî zagonan e. Bi girankirina tecrîdê re dixwazin gel û Rêbertî ji hev qut bikin. Desthilatdarî jî dizane, ger fikrên Rêber Apo li her derê bê belavkirin û pêkanîn, şerên ku niha li cîhanê heyî wê bi dawî bibe. Qeyranên ku niha di cîhanê de tên jiyankirin, ji ber nebûna demokirasiyê ye. Ger fikrên Rêber Apo bên pêkanîn wê dawî li van qeyranan bê.”

Divê jin li dijî tecrîdê rabin!

Berîvan di dewama axaftinên xwe de anî ziman ku di ti dîrokan de kesek wek Rêber Apo ku mafê jinê biparêze derneketiye û wiha behsa girêdanbûna jin û Rêber Apo kir: “Rêber Apo dibêje, jin xwe bi xwe rêvebibe. Rêber Apo keda ji jinê hatî dizîn dizane û ji bo ku jin bi hêza xwe xwedî li keda xwe derbikeve, paradîgma daye avakirin. Rêber Apo ji bo jinê manîfestoyeke û sedama têkoşînê ye. Ji bo wê divê herî zêde jin ji bo şikandina tecrîdê têkoşîn bike. Ciwan fedayê Rêber Apo ne û divê li gor wê tevbigerin. Pêwîste demildest çalakiyên demdirêj û bi bandor di pêşengtiya jinê de li dijî tecrîda heyî bên pêkanîn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar