Li Bakurê Kurdistanê, ji damezradina Komara Tirkiyeyê ve li dijî gelê Kurd
polîtîkayên taybet di dewrê de ne. Her çiqas sal û zeman derbaz bûyîbin û
partiyên hatibûn desthilatê guherîbin jî, ev polîtîka nehatine guhertin. Îro jî
ev polîtîka di meriyetê de ne. Ji bo gelê Kurd negihîje mafên xwe serî li gelek
dek û dolaban tê dayîn û bi hişmendiyek qirêj şerekî dijwar li dijî Kurdan tê
meşandin.
Tevgera Azadiyê ya Kurd ku li dijî vê polîtîkayê bi komeke ciwan dest bi
têkoşînê kiribûn, dixwaze bi pêşengiya ciwanan biserkeve. Ji bo vê jî di vê
têkoşînê de hêza diyarker ciwan in. Ji ber vê sedemê ye ku para herî mezin a
zilma dewleta Tirk jî para ciwanan e. Ciwanên ku li dijî vê pergalê li çiyayên Kurdistanê
ji bo gelê xwe têdikoşin û şer dikin, dibin hedefa çek û bombeyên dewleta Tirk.
Ne tenê ciwanên şerker (gerîla) di heman demê de ciwanên ku şer nakin jî di
hedefa zilma dewleta Tirk de ne. Hedefa vê polîtîkayê jî berfireh e, li Bakurê Kurdistanê
ev polîtîka tê ceribandin û bi Bakurê Kurdistanê re li Rojava û Başûrê Kurdistanê
jî ciwan, jin û zarok dibin hedefa vê polîtîkayê. Tenê ferqa di navbera Bakur,
Başûr û Rojava de rêbazên bi rêvebirina vê polîtîkayê ne. Li Başûr û Rojava
bombe di ser ciwanan de tên barandin û tê xwestin ku xeyalên wan ên ji bo
azadiya welatê wan nîvço bimîne.
Li Bakurê Kurdistanê ev polîtîka hinek cudatir tê meşandin. Lewre Teşkîlata
Polîsên Tirk û Saziya Îstixbaratê ya Tirk (MÎT), li Bakurê Kurdistanê bi taybet
li ser ciwanan dixebitin.
Gelek
ciwanan dikin xefika fihûş û madeyên hişbirê de. Bi vî rengî wan ji xwe re kedî
dikin. Li dijî gelê Kurd gelek karên qirêj bi wan didin kirin. Ciwanên ku
nakevin vê xefikê û di ferqa vê polîtîkayê de ne jî gelek zext li wan tên
kirin. Ev her du teşkîlat bi armanca ku ciwan terka Kurdistanê bikin vê zextê
dikin û bi vê polîtîkaya zalimane di rêyên ku wan ava kirine de berê ciwanên Kurd
didin welatê Ewropayê û destê wan ji axa wan didin şûştin.
Dibistanên pergalê yên li Bakurê Kurdistanê jî navendên hilberandin û sazkirina
bingehê vê polîtîkayê ne. Li dibistanan, zarokên Kurdan bi “perwerdeyê” ji
çand, ziman, dîrok û rastiya xwe tên dûrxistin û bi xeyalên vala tên xapandin.
Di vê çarçoveyê de ji bo ciwan baştir bên xapandin û li gorî daxwaza desthilata
îro li ser kar tevbigerin, piraniya dibistanên pergalê veguherandina dibistanên
Îmam Hatîp.
Her çiqas neyê qebûlkirin jî mixabin ciwan ji vê polîtîkayê bandor bûne.
Nîşaneya herî şênber a vê yekê jî rêxistinbûna xwendekaran a li zanîngehan û
endamtiya xwendekarên amadeyî ya li ser platformên medya dijîtal e. Rêxistinbûna
xwendekarên zanîngehan di salên dawîn de qels bûye û her wiha bi sed hezaran
xwendekarên amadeyî jî li ser platformên medya dijîtal bi parvekirinên
naverokên ku ti armanc di wan de tunene re mijûl in.
Lê ev jî heye; her çiqas ev rewş hebe jî beşeke ciwanên Kurd ku ji polîtîkaya
dewleta Tirk a li dijî civaka wan tê meşandin hayedarin. Ev hêvî dide mirov.
Gelek ciwan hene ku ji mihrîcanên ji aliyê qeyûman ve di demên dawîn de li
bajarên dagirkirî yên Kurdistanê tên lidarxistin haydar in. Ev ciwan li dijî vê
rewşê bibertek in û dizanin ku bi van mihrîcanan çi tê armanckirin.
Mînaka herî şênber a di vê derbarê de, mihrîcana ku ji aliyê Qeyûmê Geverê ve,
li Cîlo hatî lidarxistin bû. Di mihrîcanê de hunermendên Tirk li Geverê
derketin ser dikê û stranên ku ji gelê Kurd hatine dizîn û bi Tirkî gotin. Ev
li Bakurê Kurdistanê bû sedema bertekan. Divê armanca mihrîcanên bi vî rengî bê
zanîn û teqez ciwanên Kurd nekevin xefika planên bi vî rengî. Berteka herî
mezin û bi wate a ciwanan beşdarnebûna mihrîcanên bi vî rengî ye.
Kadrî Esen
0 Yorumlar