Şêniyên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê gef û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke girseyî gef û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin. Bi kombûna gel ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan meşa girseyî destpê kir û meşa şêniyên wargehê heta ber avahiya Netewen Yekbûyî dewam kir. Di meşê de posterên Rêber Ocalan hatin hildan û bi dirûşmeyan girêdana bi Rêber Apo re hatin berzkirin.
Piştî ku meşa gelê wargehê gihişt ber avahiya Netewên Yekbûyî, li wê derê daxuyaniyek ji aliyê Endamê Komîteya Karên Derve Seîd Çomlek ve hat dayîn.
Seîd Çomlek di axaftina xwe de diyar kir ku ev 25 salin Rêber Ocalan di nava şertên herî zor û zehemet de li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û wiha got; “Şert û mercên girtîgeha Îmraliyê wisa ne ku mînakên wê di cîhanê de nîne. Şert û mercên gelek giran ku li ser Rêber Apo têne meşandin, bêhiqûqî, bêmafî û bêwijdaniyekî mezine, ev yek ji aliyê gele Kurd ve wê tu carî neyê qebûlkirin.”
Çomlek da zanîn ku ji niha û şûn ve jî ji bo Rêber Apo bi awayek azad di nava civaka xwe de bijî, wê hemû rê û rêbazên çalakiyan werin lidarxistin û çalakiyên heyî jî wê bên xurtkirin. Axaftina xwe wiha domand; “Ev çalakiyane wê heta azadiya Rêber Apo berdewam bikin. Em baş dizanin ku Rêber Apo girtiyê pergala kapîtalîzmê ye, ankû ne girtiyê dewleta Tirkiyeyê ye, tenê hatiye radestkirin û dewleta Tirk ya dagirker jî hêşedariyê dike. Pergala ku li Îmraliyê tê meşandin pergala kapîtalizmêye ankû pergala hemû dewletên desthilatdare. Ji ber ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku azadiya mirovan dertêxe pêş li dijî sîstema xwe weke kelemekî dibîne, ji ber wê di nava ev qas şert û mercên giran de, tê ragirtin.”
Çomlek diyar kir ku ji bo ew bizanibîn ka çima Rêber Apo li Îmraliyê tê ragirtin divê gelê Kurd naveroka Peymana Lozanê baş tê bigihe û wiha pêde çû; “Em niha di 100 saliya Peymana Lozanê de ne, ankû wê di 24’ê Tîmehê de 100 saliya Lozanê temam bibe. Peymana Lozanê parçekirina erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurde. Di vê peymanê de biryar dane ku cihê gelê Kurd û Kurdistan di cîhanê de nemîne. Di demekî wisa de Rêber Apo bi fikir, bîrdozî û felsefeya xwe ya ku ji bo gelê Kurd pêşxistî li dijî vê pergalê derket. Ji ber vê yekê pergala kapîtalîst Rêber Apo girt û radestî dewleta Tirk ya dagirker kir.”
Di dewamê de Çomlek bibîr xist ku ev tişta niha tê kirin li dijî gelê Kurde, di kesayeta Rêbertî de gelê Kurd tê cezakirin û wiha got; “Ji ber ku Rêber Apo nûnertiya gelê Kurd, mirovahiya pêşverû û tevahî gelên azadîxwaz dike, ji ber wê li dijî pergala wî ne û lewra ev 25 salin di girtîgeha yek kesî de, di bin şert û mercên giran yên tecrîdê de tê ragirtin. Desthilat û rêveberên cîhanê bi biryarin ku ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê têk bibe di her alî de piştgirî û alîkarî didin dewleta Tirkiye. Ji bo wê jî divê em jî xwedî biryar û vînek azad û xurt bîn. Bi baweriya ku me ji Rêber Apo girtiye, em dikarîn heta dawiyê li dijî hemû cûrên dagirkeriyê bisekinin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me jiyane, bê Rêber Ocalan jiyan herame.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.
0 Yorumlar