Ji dîrokê heta roja me ya îro, gelê Kurd li beranberî polîtîkayên înkar û îmahayê di hemû deman de hebûna xwe domandiye. Bi sedsalan ji aliyê hêzên desthilatdar ve rastî zext, talan û komkujiyan hatiye. Gelê Kurd ji ber israra hebûna xwe li ser çand û zimanê xwe bûne hedef, gelek caran rastî êrişên qirkirina fîzîkî û bişaftinê hatine. Tevî van êrişên hovane jî berxwedaye, bûye xwedî mîrateyekî berxwedêr û di nasnameya xwe de israr kiriye. Gundê Avyan jî yek ji wan gundên Kurdane ku bi welatparêzî û bi têkoşîna xwe tê naskirin. Ji ber welatpariziya xwe di hemû deman de para xwe ji êrişên dijmin girtiye, lê ti carî serî netawandiye. Dijmin ji bo îradeya gel bişkîne pir caran êrişê gund dikir, malê wan dişewitand û zilaman di êşkencê re derbas dikir. Zarok, keç û xortên vî gundî her tim şahîdiya van êrişên hovane dikirin. Ev êriş dibû kînek di nav dilê zarokên gelê Avyan de. Bi sedan keç û xortên gundê Avyan ji bo doza welatê xwe berê xwe didan çiyayên azad û li dijî dagirkeran şerkirin, bûn hêviyên gelê xwe û bûn lehengên lorîkên dayîkên dil bi êş. Yek ji van lehengan jî rê heval Barî bû.
Barî Sakil
bi nasnav Xeyrî di sala 1972’an de li gundê Avyan ya Şirnex’ê di nav malbatek
welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Li gund ji ber ku dibistan nîne
dibistanê naxwîne. Di malbatê de zarokek zîrek û miskîn bû. Piştî temenek ku destê wî îş digire, ji bo
dabînkirina debara malê dest bi karê şivantiyê dike. Rêheval Xeyrî di 15 saliya xwe de dibe milîs û çi kar dikeve
ser milê wî bê dûdilî bi cîh tîne. Rêheval Xeyrî di jiyana xwe de bi wêrekî
tevdigeriya. Bi fedekarî û kedkariya xwe ve ji bo her ferdek yê gundê Avyan dibû
mînakek ber bi çav. Bi sohbet û rûkeniya xwe ve dizanibû ku mirovan bi çi
şêwazê li derdora xwe kom bike. Bi zarokan re zarok, bi kalan re kal û bi
ciwanan re jî ciwan bû. Ev teybetmendiyên wî di dilê her ferdekî de evînek bi
wete dabû rûniştkandin. Êrişên dijmin li ser gund her diçû zêde dibû. Ev yek kînek
mezin dixist dilê rêheval Xeyrî. Li beranberê van êrişan serî neditewand wê
ticarî jî netewanda. Her roja ku derbazdibû dizanîbû ev karê ku dike têrker
nîne ji bo doza wî ya mafdar. Ketibû wê
zanebûnê ku divê li beranberê van êrişan
bibûya xwedî têkoşînek bê hempa. Li ser vî esasê di sala 1988’an de berê xwe
dide çiyayên azad. Belê rêheval Xeyrî ketibû ser rêya heqîqetê. Bi şopên xwe yên
di her lutkeyên çiyayên azade, lehengiya zarokên welatên xwe neqiş dikir. Wê bibûya
hêvîyek di nav hêsrên çavên dayîkan de. Wê bibûya hevokek di nav hevokên helbest
û çêrokên paşeroja zarokên welatê xwe de. Di demek kin de xwe di bîrdoziya Rêber Apo de
pêşdixe û dibe parêzvanekî welatê xwe. Bi heskirina xwe ya hevaltî û bi girêdana
xwe ya bi nirxan re dibe mînakek nav hevalên xwe de. Di jiyana xwe de bi zanebûn
û bi rêk û pêk tevdigere. Di rêbaz û taktîkên şer de dibe xwdî zanebûnek ku
çawa şer bike û çawa serkeftîbe. Rêheval Xeyrî dibe feramdarê taximê. Rêheval
Xeyrî 5 sal li çiyayên azad ji bo azadiya gel û welatê xwe, li beranberê hemû
zor û zehmetiyan jî bê hempa têdikoşe û di sala 1993’an de li Garzanê di
kemînekî ya dijminê hov de digihije karwanên nemiran.
0 Yorumlar