Deshilatdariya faşîst a AKP’ê bi rola temamkirina qirkirina Kurdan û tasfiyeya Tevgera Azadiya Kurd anîn ser deshilatdariyê. Di vê deshilatdariya sala 21’an de, da ku karê pê hatiye erkdarkirin pêk bîne serî li hemû dek û dolaban da. Bi taybet di van 7 salên dawî de xeta herî nijadperest a Tirkiyê MHP’ê jî girt gel xwe û li hemberî gelê Kurd êrişeke bê navber destpêkirin. Bê gûman turnusola nêzikbûna Kurdistanê jî Îmralî ye. Ji ber vê yekê bi girankirina tecrîda li Îmraliyê dest bi vê êrişa xwe ya dawî kirin û îro gihêştiye asta ku ti kes nizanibe li Îmraliyê çi dibe. Lewma dizanin ya ku pişta hemû gelê Kurd rast dike gerîla ye. Bi hebûna gerîla çar parçeyên Kurdistanê dibe xwedî vîn, hêz û siyaset. Ji ber wê bi gotina; “Em ala xwe li Qendîlê biçikînin” li hemberî qadên gerîla bi artêşa duyemîn a NATO’ê û çekên kîmyawî dest bi êrişê kir. Pişt re qada siyasî ya Bakûrê Kurdistanê, herêmên azad yên Rojavayê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr, Silêymanî û seranserê Başûrê Kurdistanê xistin nava plansaziya êrişên xwe. Bi hevkar û çetêyên xwe ve bi dehan êriş û fêlbazî pêş xistin. Lê her carê vîna gelê ku bi ramanên Rêber Apo hatiye avdan, êriş vala derxistin. Bê gûman bedelên giran hatin dayîn, lê bi saya van şehîdên fedayî û şehîdên welatparêz hemû plan û êrişên qirkirinê hatin pûç kirin. Carekî din gelê Kurd nîşanî her kesî da ku bi berxwedanê û bi israra di berxwedanê de serkeftin pêk tê. Bi taybetî di dema hilbijartinên 2023’an yên Tirkiyê de ku textê Erdogan dihejiya, li hemberî Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê êrişên qirker bi dek û dolaban berdewam kirin. Bi taybetî bi destê xeta xiyanetê ya PDK’ê xwestin hûkimeta Iraqê jî bikşînin nava vê lîstikê û vîna gelê Kurd li Şengal û Mexmûrê bişkînin. Lê ev gelê Şengal û Mexmûrê ku bi dehan caran rastî komkûjî û qirkirinan hatine, ji vîna xwe ya azad tawîz nedan. Piştî ku Erdogan di hilbijartinan de bi dek û dolaban deshilatdariya xwe dirêj kir, kabîneyeke şer ava kir û vê carê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Di van êrişên dawî de roleke diyarker jî da Rûsya yê. Ev demeke Rûsya û dagirkeriya Tirkiyê bi taybetî li Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe dixwazin bi planekê têkbirina Rêveberiya Xweser pêk bînin. Lê dema di hilbijartinan de textê Erdogan hejiya, neçar man rewşa xwe li ber çavan re derbas bikin û hesabekî cûda bikin. Jixwe di hilbijartinan de ew qesî piştgirî dayîna Erdogan a Rûsya jî bi vê yekê ve girêdayî bû. Piştî Erdogan deshilatdariya xwe tekûz kir, careke din bi Rûsya re heman polîtîka berdewam kirin. Rûsya qadên hawayî ji balefirên dagirkeriyê re vekirin û baregehên hûkimeta Şamê jî di nav de rê li pêşiya topbaran û bombebaranên dagirkeriyê vekir. Li gorî agahiyan Rûsya dixwaze hûkimeta Şamê jî tevlî vê planê bike, ji ber vê yekê zexteke bi vî rengî li ser wan jî dike. Di civîna çar alî ya ku li Astana çêbibe de dixwazin li ser bingehê berjewendiyên Rusya û dagirkeriya Tirkiyê biryaran bigîrin û da ku ti kes li hemberî wê dernekeve. Dagirkeriya Tirkiyê ev rewş ji xwe re wek fersendekî dîtiye, ev 10 rojin bi her roj êriş dike. Di demeke ku Rêveberiya Xweser dixwaze çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne de, dagirkeriya Tirkiyê çeteyên di destê wê de ji zindanan derdixîne, perwerde dike û ji êrişên nû re amade dike. Ev hefteyeke ragihandina Tirkiyê, çîrokên şer û dagirkeriyê dinivîsînin ku girseya nijadperest bigre gel xwe. Li hemberî van êrişên faşîzane gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî xwe bi berxwedaneke mezin re amade dikin. Ya rast ne tenê bi van êrişên dawî re, ev çend salên dawî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xwe ji şerê gelê şoreşgerî re amade dikin. QSD’ê jî da xûyakirin ku ji bo parastina gelên herêmê amade ye û wê şer tenê bi herêmên wan ve sînordar namîne, yên ku êriş dikin jî divê hesabê her tiştî bikin. Bê gûman êrişên dagirkeriya Tirkiyê ne nû ne û ne cara yekê ye. Lê bi taybetî piştî dagirkeriya Serêkaniyê, ev helwest û amadekariya gel a şer û sekna QSD’ê hişt ku dagirkerî nikaribe ti gavan pêş ve bavêje, zêdegaviyên hatine kirin jî bê bersiv nehatin hiştin. Îro dagirkeriya Tirkiyê bi sorkirina Rûsya dixwaze careke din xwe biceribîne. Lê çawa ku li qadên gerîla ev êriş vala hatin derxistin, çawa ku gelê Şengal û Mexmûrê hemû planên dagirkeriyê û xiyanetkarên wê binguhê hev xistin, wê vê carê jî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriyê, çeteyên wê û hevkarên wê vala derxîne û wê derfeta rizgarkirina herêmên dagirkirî yên Efrîn û Serêkaniyê jî derkeve holê. Wê polîtîkayên qirkirinê yên sedsalî di şexsê gelê Rojavayê Kurdistanê de werin pûç kirin.
M. Emîn Mutlu
0 Yorumlar