Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê ya siharê berê xwe dan goristana Şehîd Nûjîn a wargehê û destpêkê cejna şehîd û xizmên xwe pîrozkirin. Piştre jî berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, li wir axaftin hatin kirin û cejna hev pîroz kirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejna qurbanê ya siharê berê xwe dan goristana Şehîd Nûjîn a wargehê û destpêkê cejna şehîd û xizmên xwe pîrozkirin. Piştre şêniyan berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, li wir axaftin hatin kirin û cejna hev pîroz kirin. Beriya ku axaftin werin kirin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê Mele Elî Spêrtî axivî û xwest ev cejn bibe wesîleya yekîtî û biratiya gelan.
Mele Elî di destpêka axaftinên xwe de cejna qurbanê li Rêbertî, şehîdan û tevahî gelê Kurd yê azadîxwaz piroz kir û wiha got: “Ev cejna qurbanê ne di dewrê îslamê de derketiye, ev cejn di dema Hz Îbrahîm de derketiye û heta niha berdewame. Bi vê boneyê em hêvîdarin ev cejin bibe wesileya aşitî, tifaq, xwişk û biratiyê. Divê em di van cejnan de hemû kîn, nefret û xeletiyên xwe li hevdû bibûrînin û li hev werin. Em bang li tevahî partî û serkêşên partiyan dikin ku dest ji siyaseta xwe ya ezezî û çewt berdin û ji bo Yekîtiya Netewî bibin yek deng û yek dest.”
Piştî axaftinên Mele Elî, li ser navê hersê meclîsên wargehê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Sariya Kaya ji axivî û destpêkê cejna qurbanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û tevahî gelê Kurd bi tayebet xelkê misilman pîrozkir û wiha peyîvî: “Em di wê hêviyê de ne ku ev cejin bibe wesîleya serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêbetî, gerîla û gelê me.”
Piştî axaftinan xelkê wargehê cejna hev pîroz kirin.
0 Yorumlar