Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê bi boneya cejnê, gorên şehîdên xwe ziyaret kirin

Xelkê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristana wargehê kirin, li ser gorên şehîdan mûm pêxistin û cejna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê pîroz kirin.


Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Qurbanê çûn goristana wargehê, mûm danîn ser gorên şehîdan û Cejna Qurbanê li şehîdan pîroz kirin.

Piştî pêxistina findan, ji bo giyanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd deqîqeyek rêz hate girtin. Herwiha li ser navê malbatên şehîdan bavê Şehîd Viyan Ozgur, Sedîq Demîr axivî.

Sedîq Demîr di destpêka axaftina xwe de cejna hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û wiha got: “Em nikarîn bi gotinan şehîdên xwe bînin ser ziman. Ger em îro dikarîn nefes bigirîn, bi saya wan şehîdane. Yên ku xewn û xeyalên van şehîdan pêk bîne, emin. Heta em û Rêbertiya xwe, li gel hev jiyan nekin wê xewn û xeyalên me pêkneyên. Ji bo ku em bi Rêbertiya xwe re azad bijîn, divê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Em ji dijminê xwe bihêztirin. Ger bi Rêbertî re hevdîtin pêkwere, wê aştiyek mayînde çêbibe. Em bi hêvî ne ku wê ev cejin bibe cejna azadî û aştiya gelan.”

Serdana gorên şehîdan ya xelkê Wargeha Mexmûrê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre Xiyanet’ bidawî bû

Yorum Gönder

0 Yorumlar