Bersivên Gel:
-Derxistina
holê
-Avakirine
-Hilberandine
-Xuluqandine
-Çêkirina
zemînekî nûye
-Nûbûne
-Nûjenkirine
-
Rêk û pêk kirine
-
Xwe rêxistinkirine
Înşa-înşakirin,
avakirin weke wateya peyvê; tiştek nû avakirin, xuluqandin, derxistina hole ye.
Bi Kurdî avakirine, înşa bi xwe jî weke peyv koka xwe jî zimanê Erebiye, Naşa
ango derket holê, hat xuluqandin. Weke peyva nivîskî cara yekem di sala 1680’an
ji berhema Meniski Thesaurus girtiye. Lê
weke pratîk karanîn jî ji avabûna Gerdun û jiyanê heta niha heye, bal
bidinê em dibêjin avabûna Gerdûn û jiyanê ango ew bi xwe jî înşaye.
Her avakirinek, xuluqandinek, nûbûnek
derxistina holê li ser bingehê ked,
daxwaz, fikir, ceribandin, pêwîstî û bernameyekê tê pêkanîn. Di tevahî dîroka
hatî nivîsîn û nehatî nivîsîn de em li rastî bi hezaran avakirinên ji bo
hêsankirina jiyana mirovan tên. Ev ji avakirina stargehek di bin de jiyanbikin
bigrin heta vedîtinên amûr, zanist, huner, berhemên debarê, heta pergala dibe
şêweyê jiyana mirovan di navde cih digre û em ji van hemûyan re dibêjin înşa.
Her avakirinek berî derbikeve holê fikra wê tê avakirin, ji ber tiştekî bê
fikir, bê zanabûn, bê konseptekê dernakeve. Dema qala avabûna Gerdûnê jî tê
kirin behsa hêzek avaker tê kirin. Lê emê di vê nivîsa xwe de hîn zêdetir behsa
avakirina pergala jiyanî ya bîrdozî bikin, ji ber ku dema pergala jiyanî hate
avakirin yên din jî hemû di nav de cihê xwe dibînin. Jiyana mirovahiyê di
navbera pergala Neolotîk, Şaristaniya koledar, Feodal û Kapîtal de hatiye
derbaskirin. Ev pergal hemû xwe dispêrin bîrdoziyekê. Beriya ku îskelet were
avakirin, fikir û hişmendiya wê ango teoriya wê tê avakirin û ev avbûn ango
înşa li ser vêya tê pêkanîn.
Em
weke gelê Kurd ê ku şopdarê fikra Rêber Apo, tevgera azadiya Kurdistanê ne, ji
sala 1978’an ve di nava pêvajoya înşaya pergala Kurdê Azad de ne. Di nava vê
pêvajoyê de xebata hebûna Kurd û
nasnameya Kurdê Azad hate dayîn, herî dawî ev pêvajo di sala 2005’an
de bi pergaleke civakî hate
tacîdarkirin. Ev pergal weke Koma Civakên Kurdistanî (KCK) hate bi navkirin.
Pêvajoya înşayê hate despêkirin, ev weke înşaya netewa demokratîk kete rojeva
me û xebat kêm zêde di vê astê de tê meşandin. Ji bo ev înşa pêkwere weke
hişmendiya wê paradigmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê jiyanî
kirin, li ser vêya pergala perwerdeya xwe avakirin, çand û rêgezên wê avakirin,
nifşê nû li gorî vêya mezinkirin wê bi xwe re pêknanîna înşayê bîne.
Di înşayê de yekparebûn û tevahiya rehendan
destgirtin, li gorî hişmendiya wê ruh dayîna avakirin gelekî girînge, ger ne
wisa be wê qerqode tiştek be ruh tiştek cuda be ango wê teorî û pratîk ji hev
cuda be ev jî wê bi xwe re ne înşa ji rêderketina wî fikrî tîne ji dervey xwe
dibe yekî din, xetriya vêya jî heyînek sêyem derdixe holê. Ya ku înşayê dide
pêkanîn û dihêle serkeftîbe xerca wê ya bingehîn fikra wê ye, bendewariyên ji
wê avakirinê çine, baş tê danîna holê û wisa tê pêkanîn. Ger hemû xal neyên
hesapkirin di cihekî de xwehirbûnek, bê pîvaniyek, xeletiyek hebe ew înşa wê ne
bi serkeftîbe. Di xebatên înşayê de ne
çendanî çawanî girînge, ji bo bîrdoziyek
jiyanî bibe, komek mirov yên xwe bexşî wê fikrê jî têrê dike, di hemû olên
derketîn de fikra wan bi komek mirov jiyanî û belav bûye, fikrê zanyaran, bi
yekî despêkiriye û belavbûye, ji ber vê yekê di xebatên înşayê de çawanî ango
nîtelîk xala serekeye. Yek ji sedemên me yên bingehîn ku em di înşaya Netewa
Demokratîk de lewaziyan jiyandikin di beden de ruhê rast ne bicih kirine ango
fikra wê rast pratîk nekirine.
Filîz
BUDAK
0 Yorumlar