Endamê Rêveberiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê Mûslûm Kaplan got: “Şehadeta Hevalê me Hûseyîn Arasan bi destê MÎT-Parastinê pêkhat. Bi van êrişan dixwazin me ji Kurdistanê derbixin û bikin sîxûr. YNK’ê heta niha kûjer negirtine û bi bêdengiya xwe, dibin sedema êrişan.”
Armanc Herekol
Di 9’ê Hezîranê de li ber avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê êrişek terorî pêkhat û di encamê de Endamê Komeleyê Hûseyîn Arasan bi giranî birîndar bû.
Lê piştî 17 saetên, di bin çavdêriya hûr ya doktoran de, di berbanga sibeha 10’ê Hezîranê de tevî hemû hewldanên tibî yên doktoran jî şehîd bû. Kûjerê Şehîd Hûseyîn Arasan wek tevahî kujerên buyerên terorî yên din, berê xwe da Hewlêrê û heta niha jî nehatiye girtin.
Têkildarî vê mijarê, yek ji Endamên Rêveberiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê Mûslûm Kaplan, ji Rojnewsê re axivî û bang li YNK’ê kir da ku êdî li dijî van êrişên terorî bibe xwedî helwest.
‘Yên ku êriş lê hatîn kirin em bûn, kesên hatîn binçavkirin jî em bûn’
Mûslûm di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku êrişa suîkastî ya li ser hevalê wan Hûseyîn Arasan plankirî bû û wiha behsa bûyerê kir: “MÎT’ê hevalê me Hûseyîn kiribûn armanca xwe û bi rojan dabûn şopandin. Hevalê me Hûseyîn dema ku tê ber deriyê Komeleya Karkerên Mezopotamya, di demjimêr 10:00’an de rastî êrişa MÎT’ê tê. Hevalê me Hûseyîn rakirin nexweşxaneyê û li wir gihişt şahadetê. Piştî bûyerê demek şûnde, nû asayîşa Silêmaniyê lêkolîn da destpêkirin û hatin ber derê saziyê. Kolana ku bûyer lê qewimîbû, bi dehan kamera hene, lê asayîşê tenê xwestin kamerayên saziyê temaşe bikin. Li ser vê me got wan, kamerayên kolanê jî temaşe bikin, piştî wê nû berê xwe dan kamerayên kolanan û em binçavkirin. Heta êvarê em di bin çavan de hiştin. Kesê ku rastî êrişê hatî em bûn, yên ku hatî binçavkirin em bûn û yên ku bi goman nêzî wan bûyîn jî em bûn. Ev êrişa 7’emîne ku di Silêmaniyê de pêktên û 6 hevalên me di van êrişan de şehîd bûne.”
‘Di dilê Kurdistanê de êrişî me dikin’
Kaplan destnîşan kir ku kesên azadîxwaz timî di armanca dewleta Tirk de ne û dewleta Tirk bi van êrişên di nava Kurdistanê de peyamekî dide gelê Kurd û wiha dibêje: “Kesek dema ji bo azadiyê têkoşîn dike, dibe armanca êrişên dewleta Tirk. Dewleta Tirk dibêje, ‘hûn biçin kuderê emê nehêlin Kurd azad bibe’. Di dilê Kurdistanê de êrişî me dikin. Ev peyamek zelal e. Hevalê me Hûseyîn 16 salan di girtîgeha dewleta Tirk de li ber xwe da û piştî ku hat berdan û berê xwe da Rusya’yê. Timî ji bo azadiya gelê Kurd xebat daye meşandin û li ser fikir û felsefa Rêber Apo jiyankiriye. Ev yek bibû kelemek di dilê dewleta faşîst a Tirk de. Hevalê me Hûseyîn ev 7 mehbûn derbasî xebatên me bibû û ji ber karên xwe yên binirx bû armanca êrişên MÎT’ê. Bi van êrişan dixwazin, xebatkarên me bitirsînin, ji xebatê dûr bixin, ji Kurdistanê derbixin, ji xwe re bikin sîxur. Vê yekê di kesayeta xebatkaran de li ser tevahî Kurdan didin pêkanîn.”
Mûslûm di nava axaftinên xwe de qala rolê PDK’ê kir û bibîrxist ku kengê êrişek wisa çêdibe, kûjer berê xwe dide Hewlêr û li wir ji aliyê Parastin-MÎT’ê ve tên parastin. Her wiha diyar kir ku ev êriş bi destê Parastin û MÎT’ê tên kordînekirin, ger alikariya hêzên herêmî nebe, MÎT nikare tiştekî bike.
‘Bêdengî dibe sedema êrişan’
Herî dawî Mûslûm Kaplan bêdengiya YNK’ê bi tûndî şermezar kir û wiha axaftinên xwe domand: “YNK di van bûyeran de bêdengiya xwe diparêze. Heta niha ne kûjer girtine, ne jî şermezar kirine. Ev nêzîkatî cihê şermêye. Ev nêzikatî me xemgîn dike û bi taybet gelê Kurd xemgîn dike. YNK bi zelalî, bi bêdengiya xwe êrişan qebûl dike. Bê helwestiya YNK’ê wisa dike ku êriş li ser me zêde bibin. Em bang li YNK’ê dikin, bibin partiya tevahî Kurdan û êrişên li ser Kurdan ne pejirînin. Wek Navenda Komeleya Karkerên Mezopotamya, em vê nêzikatiyê bi tûndî şermezardikin. Êrişên li ser Mexmûr, Şengal, Silêmanî, Rojava û Çiyayên Kurdistanê hemanin. Ji bo wê em ti caran xiyanetê qebûl nakin û em bang li gelê Başûr dikin, xwedî li nirxên xwe derbikevin.”
0 Yorumlar