Ticker

10/recent/ticker-posts

Tecrîda li ser Rêber Ocalan nayê qebûlkirin, divê her kes bi erka xwe rabe

Xelkê Wargehê Penaberan a Mexmûrê banga xwedî derketinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Ev tecrîd di encamê tirsa li hemberî fikir û felesefeya Rêbertî de tê pêkanîn. Divê her kes dijî tecrîdê bi erka xwe rabe.”

Jiyan Pîran


Ji 1999’an ve tecrîdek girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Lê ji 2011’an û şûnde çûyîn û hatina parêzeran hatiye astengkirin. Carnan malbat diçûn hevdîtinê, lê ji sala 2015’an ve tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî qonexekî din bû û hîn zêdetir tecrîd hat girankirin. Lê bi saya çalakiyên greva birçîbûnê ku di pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin û di encam de hevdîtin hatibû çêkirin. Di 3’yê Adara 2020’an de birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan rû bi rû hevdîtin çêkiribû. Herî dawî jî di 25’ê Adara 2021’an de hevdîtinek bi rêya telefonê û pir kurt çêbibû. Ji wê rojê heta niha ti agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatiye girtin.

Têkildarî tecrîda giranakirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji Rojnews re axivîn.

‘Em bi ti şêwazan tecrîdê li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin’

Nadiye Ziravigî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku bi destê dewleta Tirk a dargirker tê pêkanîn û wiha got: “Tecrîd li ser tecrîdê li ser Rêbertiya me ferz dikin. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Wek jin tişta ku bikeve ser milê me, emê ji bo Rêbertiya xwe bikin. Ger were xwestin emê canê xwe ji bo Serokê xwe feda bikin. Rêbertiya me xwedî zanistek bêhempa ye, yê ku mafdayî jinê Rêbertiya me ye, em deyîndarê wî ne. Em bi ti şêwazan tecrîdê li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin. Em bang li tevahî saziyên mafê mirovan dikin ku li erka xwe rabin. Pêwîste her mirovek xwedî maf, bê azad kirin, Serokê me ji xwedî mafe, pêwîste ev tecrîd were şikandin û bê rizgarkirin. Wek gelê Kurd divê tişta ji me bê xwestin em pêkbînin. Divê em ne wek heta niha tevbigerin ku em bikaribin Serokê xwe ji nava çar diwaran rizgar bikin.”

Nadiye di dawiya gotinên xwe de bang li gelê Kurd û jinên Kurd kir ku xwedî li Rêber Apo derbikevin û wiha peyîvî: “Ez wek jinek Kurd bang li tevahî Kurdan dikim li Serokatiya xwe bibin xwedî. Ev 25 salin Rêbertiya me di nav tecrîdê de jiyan dike. Dewletek dargirker û nûker ti mafê Rêbertiya me di dest de ne hêlane, nikare li gel malbata xwe jî hevdîtinê pêkbîne. Mafê herkesê heye ku bi malbata xwe re hevdîtinê pêkbîne. Pêwîste îro em li Serokê xwe bibin xwedî, ji ber ku xwedî ked û xebatek mezine. Divê wek jin jî em li qadan bin, ji bo ku em jî bikaribin wek hemû netewên din bi Serokê xwe re jiyan bikin.”

‘Tecrîd ne tenê Rêbertî, li ser tevahî Rohilata Navîn tê pêkanîn’

Salih Turhan jî diyar kir ku pêwîste gelê Kurd li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan xwedî helwestek diyar bin û wiha pêde çû: “Ev tecrîda li ser Rêbertiya me tê pêkanîn mînaka wê di cîhanê de nîne. Ev tecrîd ne li ser Rêbertiya me tê pêkanîn, em dikarin bêjin li her çar aliyê Kurdistanê û li ser tevahî gelê Rojhilata Navîn tê pêkanîn. Em vê tecrîdê şermezar dikin û bi ti awayî em tecrîdê li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin. Ev tecrîd di encama tirsa li hemberî fikir û felesefeya Rêbertî de tê pêkanîn. Armanca wan ji vê tecrîdê qutkirina têkiliyên gel û Rêbertiye. Cardin jî em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku li dijî vê tecrîdê bêdeng nemînin û li her çar aliyê Kurdistanê rabin ser xwe. Di her sed salekî de, di nava gelan de kesên mîna Rêbertî derdikevin. Pêwîstiya gelê Kurd bi derketina Rêbertî hebû, em dikarin bêjin Rêbertî ji bo Gelê Kurd felsefeyeke ku rêya Gelê Kurd ronî dike.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar