Efrîn ango Avarîn, li hinek deveran bi navê Çiyayê Kurmênc tê naskirin, berê Tirkan jê re digotin (Kürd-dağ), ereban jî jê re digotin (Jebel El Ekrad) ango çiyayê Kurdan. Navê niha jî bi fermî Efrîn e. Li gorî hinek dîrokzanan navê Avarîn, peyveke kevnar a Kurdî ye û tê wateya “cihê bi av”. Navê Efrîn hinek caran wek Erfîn jî tê bilêvkirin. Efrîn hem navê bajarê navendî yê herêmê ye û hem jî navê hêrêmê bi xwe ye.
Hêrêma Efrînê
pir kevnare. Dîroka Efrînê vedigere dema Hurî û Mîtaniyan, her wiha gelek bermahiyên
dîrokî yên şaristaniyên kevin têde hene, ev jî tê wateya ku gelek şaristaniyan
li vê heremê di demên cuda de desthilatdarî kirine. Şerefxanê Bîtlîsî di
pirtûka xwe “Şerefname” de behsa mîrekî bi navê Mand dike. Mand, mîrê herêma Antakiya
bû, wê demê herêma Kîlis û di nav de Efrîn jî girêdayî Antakiya bû. Jixwe heta
destpêka sedsala 20’an jî Efrîn bi herêma Kilîsê ve girêdayî bû. Di dema
mîrtiya Mand de ev mîrneşîna Antakiya ango mîrneşîna Kilîsê pir berfereh bibû,
gelek bajarên Suriye û Tirkiye di nav xwe de girtibû, wek bajarê Hema, Îzaz û
heta Maraş û Derya Spî. Mîrneşîna Mand li hemberî Seferê Xaçperestan şer kiriye
û arîkarî daye têkoşîna Eyûbiyan. Di destpêka salên 1600’an de, desthilatdariya
mîrneşîna Mand ya Kilîsê derbasî malbata Canpolatî bûye. Mîr Huseyîn Canpolat
fermana Osmaniyan redkiriye û arîkariya wan di şerê li hemberî Sefewiyên Îranê
nekiriye, li ser vê yekê ew ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kuştin. Piştî wî Mîr
Elî Canpolat bûye mîrê mîrneşîniya Kilîsê ya Canpolatiyan û paytexta xwe jî
veguheztiye bajarê Helebê. Li hemû bajarên Suriye û Lubnanê xistiye bin
destlatiya xwe û serxwebûna xwe îlan kiriye. Lê piştî demekê Osmaniyan şer bir
ser vê mîrneşîna Kurdan û dawî lê anî.
Herêma
Efrînê, deverek bi xêr û bêrên xwe yên ser erd û bin erd ve dewlemend e. Bi av,
çem û kaniyan, bi dar û daristan û baxçeyan, bi seyrangeh û warên pîroz û
kevnare, bi kargeh û samana xwezayî pir dewlemend e. Efrîn bi çandiniyê nav û
denge. Aboriya gelê Efrînê ji çandiniyê pêktê. Li rex çandiniyê, gelê Efrînê li
bajarên mezin di karên cuda de bi taybet di karên drûnxane, avakirina xaniyan û
hwd de dixebitin. Lê dîsa jî çandinî ji bo Efrînê di asta yekem de ye, bi taybetî
jî çandiniya darên Zeytûnê. Jixwe dema li Kurdistanê, zeytûn tê gotin, Efrîn tê
bîra mirovan. Ax, xaknîgar û avhewayê herêma Efrînê ji bo çandina dara zeytûnê
guncawe. Zeytûn hem wisa tê firotin û hem jî di kargehên taybet de rûn jê
digirin û difroşin. Jixwe Sabûnên Kurdî yên pir baş jî ji van zeytûnan li
Efrînê tên çêkirin û firotin. Li rex darên zeytûnê, gelek darên din jî hene
wek: Hinar, Sêv, Hilûk, Kerez, Xox, Mişmiş, Hêjîr, Tû, Xurme, Bihok gûz û Behîv.
Li rex çandiniya daran, gelek çandiniyên demsalî jî hene, wek: Genim, Ceh, Şûfan,
Garis, Kuncî, Bervero, Nîsk, Nok, Colban, Titûn, zebeş û hwd. Ev berhemên
çandiniyê têra herêmê dikin û yên zêde jî, li tevayî bajarên Suriyê yên din tên
firotin. Di aliyê ajal xwedîkirinê de, di asta têrkirina xwemalî de tê kirin. Hêjayî
gotinê ye ku beşek ji aboriya herêmê ji karên seyrangeh û xwaringehan tê. Herêma
Efrînê di derbarê bazirganî û hesinkariyê de pêş neketiye.
Efrîn wek
xwezaya xwe bi çand, hûner û folklora xwe dewlemend û rengîne. Çanda heremê pir
nêzî herêmên Maraş û Elbîstanê ye. Hîn li Efrînê cil û bergên Kurdî li gundan
tê dîtin. Di warê govend, klam û strangotinê de jî pir dewlemende. Ji bilî van
dengbêj û stranbêjên klasîk, gelek stranbêj û hunermendên ciwan jî di salên
dawiyê de derketine pêş. Li rex stranbêj û dengbêjan, gelek helbestvan,
nivîskar û wêjevanên herêmî jî hene.
Gelê
Efrînê bi welatparêziya xwe bi nav û dengin. Hîn di dîrokê de jî ev
welatparêziya wan û ne pejirandina zilm û zorê diyar dibe. Gelek partiyên Kurd
ên Suriye xwe di nava gelê Efrînê de birêxistin kiribûn, bi taybetî jî partiyên
bi ser Başûrê Kurdistanê ve girêdayî. Di dawiya sedsala 20’an de bi derbazbûna
PKK’ê ya Rojavayê Kurdistanê re, di nava gelê Efrînê yê welatparêz de geşbûnek
mezin xuyakir û himbêza xwe ji şoreşvanên Kurd re vekirin. Wek bajarên din ên
Rojevayê Kurdistanê, Efrînê jî bi sedan keç û lawên xwe kirin qurbana azadî û
serfiraziya Kurdistanê. Bi sedan ciwanên Efrînê derketin serê çiyayên
Kurdistanê, li Dêrsim, Botan, Serhed, Qendîl û Amedê li hemberî neyaran şer
kirin, xwîna xwe rijandin. Heta niha jî, bi sedan ciwanên Kurd ên Efrînî li ser
çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin.
0 Yorumlar