Di 14’ê Hezîranê de hemwextê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Tirbêspiyê bi balefirên bêmirov û bi çek wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de şervanê QSD’ê Ciwan Oso û 2 welatiyên bi navê Mamosta Mihemed Gabar ku hemwelatiyê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bû û hevjîna wî Zozan Omer şehîd bûn. Mamosta Mihemed Gabar ji beriya şeş salan çûbû Rojavayê Kurdistanê û li wir mamostahî dikir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Mamosta Mihemed Gabar û hevjîna wî Zozan Omer bi merasîmek girseyî hatin bîranîn.
Bîranîn bi kombûna sedan xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara têkildarî jiyana Mamoste Mihemed Gabar axaftinek kir.
Yusif Kara destpêkê di kesayeta Mamoste Mihemed Gabar û hevjîna wî Zozan Omer de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Mamoste Mihemed xwendevan û zarokek yê vê civakê bû. Mamoste hîn di temenek biçûk de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk ya ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtî penaber dibe. Ev zêdeyî 30 sale penabere, di nava vê penaberiyê de xwendina xwe pêk tîne ji seretayî heta zanîngehê xwendina xwe temam dike. Mamoste Mihemed xwedî kesayetek rêzdar, jîr, rêk û pêk, rêxistinî bû. Her wiha xeta Rêbertî, şehîdan û welatparêziyê di kesayeta xwe de hunandibû. Xwedî karekterekî jîr, zana, têgihiştî û ji pêşketinê re vekirî bû. Dema ku xwendina xwe li vêderê diqedîne, li dibistana Şehîd Ferhad Kurtay dibe mamoste û dixwaze zarokên vê wargehê perwerde bike. Di destpêkirina vê xebatê de jî xwedî pêşengtiyekî mezin bû. Vê yekê jî têr ne dît û li pey çiruska ronahiya ku li Rojavayê Kurdistanê pê ketî, bû sedem ku vê têgihiştina xwe derbazî Rojavayê Kurdistanê bike.”
Yusif Kara di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ev nêzî şeş sal bûn li zanîngehên Rojavayê Kurdistanê mamostatiyê dikir û wiha axaftina xwe domand: “Dixwest zarokên wêderê bi gihîne zimanê wan, çanda wan û erdnîgariya wan ango xwedî kesayetiyek bi wî awayî bû. Kesayetên bi vî wayî pêşeng, ronakbîr, têgihiştî û zana ku pêşeroja civaka xwe qayîm dikin, di êrişekî ne merdane ya dewleta Tirk a qirker de gihiştin şehadetê. Helbet em wek civaka Mexmûr bi şehadeta wan dilgiran û bi hêrsîn, li himberî dijminê xwînxwar û qirker kîna me di asta herî jor de ye. Em dûbare dibêjin serê Rêber Apo, malbata hêja û tevahî gelê Kurd ê welatparêz û azadîxwaz saxbe.”
Li ser navê malbatê jî, bavê Şehîd Mihemed Gabar, Evdirehman Gabar axivî. Evdirehman Gabar di destpêkê de sipasiya xelkê wargehê kir ku ew bi tenê nehiştine û wiha axivî: “Dema ku me dest bi vê rêyê kirî, me ev tişt hemû girtibûn ber çav û wisa em ketin li ser vê rêyê. Em jî dibêjin destpêkê serê Rêbertî û tevahî gelê Kurd yê welatparêz saxbe. Şehîd Namirin.”
Piştî axaftinan, merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
0 Yorumlar