Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê şehîd Sema, Gulan û Leyla hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê şehîd Sema Yuce, Gulan û Leyla Agirî hatin bîranîn. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê duh bi şev şehîdên jin yên meha Hezîranê, Sema Yuce, Gulan û Leyla Agirî hatin bîranîn. Bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê têkildarî têkoşîna Şehîd Sema Yuce axaftinek ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat kirin.

Fadîle Tok di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîdên meha Hezîranê de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Her lehengek, her keçek û her jina ku pêşengtî ji şoreşa me re kirî ya ku xwe bi fikir û ramanê Rêber Apo pêçayî wekî Sema Yuce ku em dikarin bêjin keça leheng ya ji çiyayê Agiriyê, bi serhildana Agiriyê ji xewa giran şiyar bûye. Sema Yuce li hemberî kiryarên dewletê yên ku komkujiyê li ser gelê Kurd pêktîne qebûl nake û li beranberî vê dikeve nava lêgerîn û lêkolînan. Belku naskirin û lêgerîna wê herî zêde di aliyê xwendevantiyê çêbibû jî, lê wek naskirina rêxistinî û tevlîbûna wê ya di nava rêxistinê de herî zêde di sala 1991’an de çêbû. Sema Yuce xwendina xwe ya seretayî li gund diqedîne, lê xwendina xwe ya bilind temam nake, ji ber ku lêgerînên wê yên naskirina Rêber Apo û azadiyê zêdetir bû.

Dema Zekiye Alkan di 21’ê Adarê de li zindanê agir berdide bedena xwe, wê demê Sema Yuce tevlî torena cenazeyê wê dibe û bi şehadeta Zekiye gelek bandor dibe. Di heman salê de ango di 91’ande hem naskirina wê ya heval Zekiye Alkan çêbû û hem jî bû şahidê wê bûyerê. Her ku çû lêkolînên wê kûrtir dibû li ser vê yekê biryara telîbûna nava rêxistinê dide. Ji bo şehîdekî mirov çiqas bêje jî wê têrê neke û wê kêm bibimîne, ji bo wê jî encex em dikarin soza şopandina rêya wan û ala ku wan di nîvî de hiştî bigihînin serkeftinê bidin.”

Piştî axaftina Fadîle Tok, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Sema Yuce, Leyla Agirî û Gulan ku hatibûn amadekirin hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin.


Yorum Gönder

0 Yorumlar