Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîdê Ked û Demokrasiyê Nusret Otun hat bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Nusret Otun ku xebatkarê Şeredariya Mexmûrê bû weke Şehîdê Ked û Demokrasiyê hat îlan kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xebatkarê Şaredariya Mexmûrê Nusret Otun ku 18’ê Hezîranê de di encama nexweşiyek giran de jiyana xwe ji dest da. Nusret ku ev demek dirêj bû di nava kar û xebatên saziyên wargehê de cihê xwe digirt piştî wefat kir, bi merasîmekê weke Şehîdê Ked û Demokrasiyê hat îlan kirin.

Merasima bîraninê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel û malbata Şehîd Nusret Otun bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser jiyan û xebata şehîd, Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de di kesayata Şehîd Nusret de hemû şehîdên ked û demokrasiyê bibîranî û wiha got: “Me salek û nîv bi hev re xebat da meşandin. Heval Nusret mirovek kedkar û mînak bû ji bo me. Wekî hevalên wî, emê bi karê xwe hêvî û xeyalên wî di nîvî de nehêlin. Em çiqas qala şehîdan bikin em nekarin heqê keda wan bidin, em bi wefata wî dilgiranin.”

Piştî axafina Hevseroka Şerdariya Mexmûrê Fatma Bîlen, hevalê Şehîd Nusret Otun Îsmaîl Kara axivî.

Îsmaîl Kara jî di gotinê xwe de balkişand li ser keseyata Şehîd Nusret a fedakar û wiha got: “Mirov heyranê fedakarî û heskirina wî ya ji hevalên wî re bû. Di rêxistinkirinê de kesek mînak bû. Li ser vî bingehî em dibêjin serê Serokatî û gelê welatparêz saxbe.”

Herî dawî xwişka Şehîd Nusret Otun, Emîne Şirnexî xêrhatina gelê amade kir û dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bê Serok Jiyana be’ hat berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar