Bersivên gel;
-
Rêveberiya diz e.
- Sîstema
desthilatdaran e.
- Di her
dewletê de heye.
-
Rêveberiya sexte ye.
- Sîsetema
dijî gel e.
-
Berjewendiyên kesî ye.
- Sîstema
Mala Barzanî ye.
- Sîstema
dewleta Tirk e.
- Malê
civakê ji bo berjewendiyên xwe kar anîn e.
- Rêbazek
dijî exlaqê mirovan e.
- Kesên diz
û sexte ne.
-
Desthilatdar dewlemendkirin e.
Peyva
kleptokrasî ji peyvên Yewnanî "kleptes" tê wateya diz û
"kratos" jî tê wateya desthilatdariyê. Ewên di desthilatdariyê de
dimînin ji bo dewlemendî û hêza xwe ya kesî zêdetir bikin, rêvebirina
kleptokrasiyê wek çavkanî esas digirin dest. Ev rêbaz ji we re jî nas hat,
mane?
Di rejîma
kleptokrasiyê de dema ku çîna serdest bi çavkaniyên giştî xwe dewlemend dike,
dibe sedema feqîrbûna gelê xwe. Di nîzameke civakî de kleptokrasî serdest e, rêya
dewlemendbûnê ewe ku nêzî desthilatdariyê bûyîn e. Dema ku dewlet û piştgirên
wê dewlemend dibin, yên ku naxwazin bibin piştgir û ew kes û tevahî civak her
ku diçe xizantir dibin. Belê ev têgeha ku em zêde jê ne xerîbin çiye? Kîjan
welat ji hêla kleptokrasî ve têne birêvebirin?
Ji bo ku
şêwazek a hukûmetê ya kleptokrasî hebe, otorîteriyek çêker hewce ye. Her wiha
di Kleptokrasiyê de maf û azadiyên bingehîn tên binpêkirin, rêveberiya gel bi
xwedîderketina li darazê berpirsyar nayê girtin, rêgezên rêveberiya demokratîk
nayên sepandin. Kleptokrasî pir caran di dîktatoriyekê de tê dîtin ku hemî hêz di
destekê de ye yan jî di rejîmên olîgarşî de ne. Mînakên îro di rûpelên dîrokê
de gelek in. Kleptokrasî xwe bi rejîmeke mêtingerî diparêze û desthilatdarî
nayê binpêkirin.
Rêgezên
cudabûna hêzan, parçeyek ji hev nayê veqetandin a ji demokrasiyê ye, bi rêgirtina
li komkirina hêzê di yek komê de, mafên bingehîn ên kesan mîsoger dike. Di hev
veqetana desthilatan de, desthilata zagonsaz, cîbicîkar û dadwerî ji hev cuda
ne. Yekane saziya qanûndanînê ya ku hêza wê ya çêkirina qanûnan heye, meclîsa
gel e. Rêveberî ji bicihanîna qanûnan berpirsyar e. Dadgehên serbixwe kontrol
dikin ka qanûn têne binpêkirin an na.
Li aliyê
din di kleptokrasiyê de hemû hêz dikarin di yek kesî de bên komkirin yan jî di
komeke diyarkirî de bên komkirin. Li ser kaxezê cudabûna desthilatan hebe jî,
hikûmet ji bo berjewendiyên xwe dikare alîgirên xwe di darazê de bi cih bike.
Ev yek nahêle kes mafên xwe bi kar bînin û hikûmetê kontrol bikin. Gel wisa lê
tê ku êdî nikare ji hikûmetê hesab bipirse. Loma her ku diçe sûcên ku ji hêla
desthilatê ve tên kirin zêde dibe û ji hêla dadweriyê ve nayên ceza kirin, sûc
her ku diçe mezin dibin.
Em dikarin
bi kurtî wiha bînin ziman ka di dewlet an jî welatekî de kleptokrasî pêk tê yan
na;
• Zelalbûn
tune ye, hukûmet agahdariya darayî parve nake.
• Medya tê
sansûrkirin, hikûmet diyar dike ka çi tê ragihandin û çi nayê ragihandin.
•
Çavkaniyên giştî bi eşkereyî ji bo berjewendiya kesan têne bikar anîn û ev yek
normal dibe. Mînak: Wesayîta desthilatdariyê (Makam Araci).
• Kesên ku
zû dewlemend dibin bi hikûmetê re peymanên berjewendiyê hene.
Di
hukûmetên kleptokratîk de, rêjeyên pêşketinê dadikeve, azadiyên bingehîn nayên
bidestxistin û aborî bêy ku sedemek bê ziman xirab dibe.
Ji bo
berdewamiya kleptokrasiyan bê mîsogerkirin, divê azadiya çapemeniyê bê tunekirin.
Bi vî awayî rê li ber çavgirtina welatiyan tê girtin. Nayê zanîn ku bacên
hatine berhevkirin li ku û di çi şert û mercan de tên xerckirin. Ger wiha nebe
gel gefa serhildanê û destpêkirina tevgereke civakî dixwe. Lê belê di rewşên ku
azadiya çapemeniyê bi tevahî neyê astengkirin, mirov dikare rastî gotinên wekî
"Dize lê dixebite" were. Ev jî ne çapameniya azad e, çapameniya dizan
e.
Bawerim
dema ku we ev nivîsa me ya kleptokrasî xwend, di mejiyê we hemûyan de
rêveberiya Tirkiyê û Mala Barazî derbas bû. Raste ev herdû û bi sedan wekî wan
mixabin rêvebriya kleptokrasî pêktînin. Loma îro li her derê qeyran heye û
azadî tune ye. Lê ji bîr nekin tekane ji holê rakirina van sîsteman Netewa
Demokratîke, ango firkir û ramenên rêberê mirovahiyê Rêber Apo ne.
0 Yorumlar