Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bang li tevahî jinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kir ku li Partiya Çep a Kesk xwedî derbikevin.
Jiyan Pîran
Wê di 14’ê Gulana heyva bê de hilbijartinên parlementer û Serokkomariyê li
Tırkiyê û Bakurê Kurdistanê bê li darxistin, têkildarî mijarê û rola jinan a di
Partiya Çap a Kesk de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ji
rojnameya me re axivî û bang li jinan û gelê Kurd kir ku li Partiya Çep a Kesk xwedî
derbikevin.
‘Di partiya Çep a Kesk de xeta azadiya jinê tê bingih girtin’
Ayşe Acar Başaran di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji ber sîstema
hevserokatiyê ya di partiya wan de rastî êrişên sîstema dagirkeriya dewleta
Tirk tên û wiha got: “Partiya me wek partiya jinê tê nasîn. Ji ber ku di nava
partiya me de sîstema hevserokatiyê hatiye rûnişkandin. Em di berpirsyartiya
civakê de jin û mêran wek hev digrin dest. Partiyên din ên siyasî yên Tirkiyê
dibêjin divê jin ne di nava siyasetê de bin. Em hîn zêdetir li derdorî jinê
xebat û têkoşîna xwe berfirehtir dikin. Ji ber gefên girtina li ser HDP’ê hebûn,
emê îsal bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Di nava Partiya Çep a Kesk
de jî jinan hêz û îrade ji niha de daye diyarkirin. Di partiya Çep a Kesk de
xeta azadiya jinê tê bingih girtin. Ne tenê di mijarên jinê de, emê di hemû
aliyên civakê de parastina fikir û ramanên jinê dikin. Di hemû hilbijartinan de
em beyannameya jinê ji raya giştîre eşker dikin. Di vê beyannamê de tundûtûjî û
bandoriyên şer yên li ser jinan her wiha di hemû aliyên ku jin tê de zoriyan
jiyan dike, emê çawan bikaribin jinan bi parêzin tê diyarkirin.”
‘Îro li Tirkiyê herî zêde jin tên qetilkirin’
Acar Başaran di dewama axaftina xwe de qala dewleta Tirk a dagirker ya ku
her roj bi sedan jin dike qurbanî sîstema xwe kir û wiha anî ziman: “Baweriya
me ewe ku emê di sedsala komarê de jin, gelê Kurd û kême netewên li Tirkiyê tên
perçiqandin biparêzin. Emê di duyemîn sedsala komara Tikiyê de, Tirkiyê
demokartîk bikin ji bo vê jî divê destpêkê em mafê jinan yê ji destê wan hatî
sitan bidest bixin û jinê azad bikin. Îro li Tirkiyê
herî zêde jin tên qetil kirin, ji siyastê dûr tê girtin, xizaniya herî giran
jin jiyan dike, siyaseta şer û tecrîdê herî zêde bandoriya xwe li ser jinan
dike û bi sedan jinên mîna Îpek Er û Gulistan Doku mînakên vê yekê ne. Îtifaqa
AKP û MHP jinê weke hêza herî mezin ya li hemberî xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî
hertim êrişî jinan dike. Pergala hevserokatiyê sûç hat îlankirin. Bi sedan
jinên ku li dijî vê hişmendiyê têkoşîn dikin, dîl hatine girtin. Pêkhateya AKP
û MHP’ê li ser du lingan xwe didin jiyan kirin, yek tinekirina jinan, ya din jî
tinkirina gelê Kurd e. Li ser vî bingihî em dibêjin têkoşîna jinê hilweşandina
faşîzmê ye. Em weke Partiya Çep a Kesk kar û xebatên xwe li ser vî bingihî
dimeşînin. Em vê baş dizanin ku yekgirtina jinan û piştgiriya jinan wê pergala
faşîst têkbibe.”
‘Hilbijartin jî parçeyek yê têkoşînê ye’
Ayşe Acar Başaran bi vê bangawaziyê dawî li gotinên xwe anî: “Em wek jin
hêza xwe ji dîrok û têkoşîna xwe digrin, bi vê hilbijartinê emê tifaq û
yekgirtina xwe xurtir bikin. Em bang li jinan
bi taybet jinên ciwan dikin ku li dijî faşîzmê tifaq û yekgirtina xwe
xurtir bikin. Ji ber ku ti partiyek din ji bo jinan ti proje pêşnexistine. Divê
jin li derdora Partiya Çep a Kesk kom bibin. Hilbijartin jî parçeyek ji vê
têkoşînê ye. Ger em bixwezin tiştek bidest bixin divê em hîn zêdetir cihê xwe
di parlementoyê de bigrin. Em divê hilbijartinê de dibêjin, ‘Dîsa jin, dîsa
jiyan, dîsa em!’ û bang li jinan dikin ku beşdarî nava xebatên Partiya Çep a
Kesk bibin.”
0 Yorumlar