Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Gerilaya PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) bi pêşengiya Meclîsa Îştar de bi çalakiyekê hat bîranîn.
Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Gerilaya PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) bi pêşengiya Meclîsa Îştar de bi çalakiyekê hat bîranîn. Çalakiya bîranînê duh heta derengiya şevê dewam kir. Beriya ku bernameya bîranînê bê destpêkirin, di kesayeta Şehîd Zîlan de ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd deqîqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mamostaya Wexfa Jinê ya Wargehê Qîmet Nerexî têkildarî kesayet, têkoşîn û çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan axivî.
Qîmet Nerexî di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Şehîd Zîlan de tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got: “Em di bînin rojane jin canê xwe feda dikin û xwe di nava dilê dijmin de diteqînin, dibînin ku tu car jina Kurd nayê tunekirin û gavê paşde na avêje. Em dîsa dibêjin, emê wek jinên Kurd şopdarê rêya şehîdên wek heval Zîlan û hemû hevrêyên wê yên şehid bin. Em soz didin heta ku em xeyalên wan negihînin serkeftinê emê tu car gav paşde ne avêjîn.”
Piştre sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan hatibû amadekirin hat nîşandan. Herwiha piştî sînevîzyonê, bîranîn bi Koma Stêrka Zêrîn bi stran, helbest û govendên xwe reng da çalakiya bîranînê.
Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.
0 Yorumlar