Mihemed Şêxo ku navê wî yê rast Mihemed Salih Şexmûse, di sala 1948’an de li gundê Girbanîn ê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ji ber sedemên aborî malbata Mihmed Şêxo derbazî gundê Xecokê dibe. Şêxo rojane li cem xwediyên erdan dixebitî û jiyana xwe didomand, ji ber pirsgirêkên malbatê Mihemed Şêxo di sala 1959’an de dest bi dibistanê dike û di sala 1965’an de li Qamişlo dibistana navîn dixwîne. Li wir derfetê naskirina gelek hunermendên Kurd bidestdixe û ji wan bandor dibe. Yek ji wan jî Aram Tîgran e. Di wan salan de mûzîka Kurdî ya resen xeyalên wî di xemilîne. Şert û mercên aborî yê malbatê destnade ku dibistana xwe bi qedîne, di sala sêyemîn ya dibistana Navîn de dest ji dibistanê berdide. Di van salan de bi tembura hevalên xwe, xwe hînî lêxistina temburê dike. Di sala 1970’an de li Lubnanê bi cih dibe. Ji ber ku li Sûriyeyê civatekê li gorî mûzîka Kurdî peyda nake û bi qedexeyan re rû bi rû tê û sirgûn dibe. Du salan li Yekîtiya Navenda Mûzîkê ya li Beyrûtê perwerdeya mûzikê dibîne û dîplomaya hunermendiyê digire. Piştî wê li Lubnanê koma mûzîkê ya bi navê “Serkeftin” rêxistin dike, di demeke kurt de bala gel û hunermendên Lubnanê dikişîne ser xwe. Ji bo Mihmed Şêxo beşdarê koma wan bibe koma herî pêşketî ya Lubnanî pêşdiyariya beşdarbûna koma xwe ji Mihmed Şêxo re dikin. Lê koma wan vê pêşniyaran qebûl nake û di wê demê de Şêxo biryar dide ku vegere gundê xwe. Di sala 1973’an de diçe Iraqê di beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê de dest bi pêşkêşkirina stranên xwe dike. Di heman salê de dema vedigere Sûriyê, kaseta xwe ya yekem a bi navê ‘Ay Gewrê’ derxist, dîsa bi pêkanînên rêveberiya Sûriyê astengiyan jiyan dike. Gelek caran tê girtin û zindan dibe mala wî ya duyemîn, ji bo armanca xwe ya vegotina êş, hesret û kedera gelê Kurd jiyan dike. Ji ber zêdebûna zextên li ser hunermendan, Mihmed Şêxo neçar dimîne ku careke din biçe Iraqê, di heman radyoyê de dest bi kar dike. Di bedela vê yekê de pêşniyar dikin ku di berhemên xwe de hemû peyvên 'Kurdistan' biguherînin û bikin 'Gulistan', Şexo vê pêşniyarê red dike û dibêje: ‘Min ji bo vê peyvê gelek zehmetî dan berçavê xwe, niha ji li sirgûnê dijîm û hûn dibêjin vê peyvê bikar neyîne.’ Şêxo di vê pêvajoyê de derbazî Başûrê Kurdistanê dibe û demekî pêşmergetî dike. Piştî peymana Cezayîrê di sala 1975’an de bi pêşmergeyan re derbazî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Ji bilî xwendina xwe ya hunerî, li vir mamostetiya mûzîkê jî dike. Dema ku rêveberiya Îranê Şêxo li “Dijî rejîmê” sûcdar dike, piştî 11 salan vedigere Şamê. Gel ji bo berxwedan û têkoşîna wî ya li hember dijmin, wî pîroz dikin û li ser milê xwe hildigrin. Lê dîsa jî bi ketina girtîgehê hewl tê dayîn bê bêdengkirin. Lê piraniya berhemên xwe yên nemir di zindanê de nivîsandiye. Mihemed Şêxo ku bi giştî 14 kaset çêkiriye, di 9'ê Adara 1989'an de di nava 3 rojan de jiyana xwe ji dest da. Roja mirina wî di nava du demjimêran de 70 hezar kes li Qamişlo kom bûn û di nava rondikan de hat definkirin. Şexo ku bi tiştên ku li pey xwe hiştiye hîna jî dibe dengê bi hezaran kesî, weke pireke veguheztina çandê berdewam dike. Çend berhemên Şêxo yên ku nemir bûne evin: “Ay Lê Gulê, Eman Dilo, Nesrîn, Xemcivîn, Ay Gewrê, Şêrînê Nû Gihayê, Ax û Yeman Şikrayê, Di xewde, Ez Der Bûm, Were Were, Min Canek Dît, Dilvî , Cana Şêrîn, Rabe ji Xewê, Hebs û Zindan, Gulîzar, Perwîn, Eyîd û Erefat, Kê Dinya Hêjand, Pir Şêrîne, Aso Ey Hawar, Şivan, Mixabin Dil Kuştiye, Keça Delal, Ji Min Dûr Ket, Ey Felek, Her Erom , Di Zindanê De Dinalım, Rewşa Ciwata, Kewê, Şermîn ê Dil, Xortên Me, Çavên Xwe Veke, Xem û Xeyal, Çipka Xunavê, Sînem, Keçka Gundê Me, Min Bihîstî, Axina Min Tim ji Dil Tê, min û Axîna Min.’
0 Yorumlar