Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Kurdistanê xiyanet bi Mala Barzan-PDK’ê re Sazbûye


Di dîroka 77 salî de hevkarî, komkujî, komplo, xiyanet, şerê navxweyî û welat pêşkêşî dagirkeran kirin her wiha xiyaneta Mala Barza-PDK’ê bi serê xwe li Kurdistanê dîrokekî xiyantê dide pêkanîn. Ji hilweşîna Komara Mahabadê, şerê navxweyî, komkujiya Hewlêr, komkujiya Şengalê, Xelîfan û bi dehan bûyerên weke vana delîlên şênber yên vê çêkera xiyanetkarin. Di her demek  ku gelê Kurd hatiye asta bi destxistina sitatuya xwe û bedelên giran daye çok li hêzên dagirker daye erdê, bi xeleka xiyanetê ya di nava netewa Kurd de derbên giran li nirxên netewî hatiye dayîn, tekoşîn hatiye çewisandin û destê dijmin xurt kiriye.  

Di nava Împaratoriya Medan de ji Harpagos heta Dêrsimê xiyanet weke nexweşiya weremê ya vegir bi kesan û koman bûye yekane sedemê dagirkeriya li ser weleat were pêkanîn û dom dirêjkirin her wiha sedema komkujî û koçberiya li Kurdistanê. Di encama van kiryarên îxantê de Împaratoriya Med, Komara Mihabad, dewletên Mîtanî, Hurî, Konfederalîzma Naîrî  û bi dehan serhildan û çêkerên din yên Kurdan hatine hilweşandin û pêşeng hatine qetilkirin.  Dîrokekî bi êş û rûreş ya îxantê li Kurdistanê bi destê dijmin ji aliyê navxweyî ve hatiye jiyankirin.

Li Kurdistanê îxanet bi Mala Barzan-PDK’ê re Sazbûye.  Di nîvê sedsala 21’an de ev îxaneta ku bi destê kesan dihate birêvebirin, êdî bi polîtîkayek dem dirêjtir û berfirehtir weke partiyek siyasî û sazbûyî li Kurdistanê hate bi cihkirin ango Hespê Truwa êdî di bin navê Kurdistanek Azad û serbixwe, miletgeriyek çors û pûç de bûye yekane astenga li pêşiya azadiya Kurd û Kurdistanê. Bi referanduma 16’ê Cotmeha 2017’an kete nav hewldana parçekirina Başurê Kurdistanê û hebûna Federal weke metirsiyekê bi belgeyên fermî xiste destê dewleta Iraqê, bi vêya re jî sînordar nemaye heta li Başurê Kurdistanê bi destê PDK’ê 5 baregehên hewayî, 8 baregehên îstixbarertê û bi girştî 100 baregehên leşkerî bi 4 hezar leşkerên dewleta Tirk ve li Başurê Kurdistanê daye bi cihkirin. Bi plana çokdayînê ya sala 2015’an ku dihate armançkirin tevegera azadiya Kurdistanê tasfiye bike û gelê Kurd di Komkujiyekê re derbas bike, PDK weke xeta hevkar û xayîn li beramberî Başur û Rojava tê bikaranîn, bi bangawaziyên bila PKK ji Başurê Kurdistanê derbikeve, sedemê êrişên dagirkeran weke hebûna hêza Kurd ya li Kurdistanê dayîna nîşandan rûreşiyek din ya PDK’ê ye. Dorpêça li ser Mexmûrê, destdanîna ser maskeyên gazên kimyayî yên ku ji bo Gerîlayên Azadiyê diçûn ma gelo kî dikare vana weke kiryarên derveyî dijminahiyê bigre dest. Dema em behsa dijmin dikin, ev têgeh pêwîste baş were zanîn û naveroka wê were fêhmkirin, dijmin ne tenê kes û komên ji derveyî nîjad û netewan, mirovên ku çav diberdin mal, welat û azadiya mirovan pêktêne, ev beşekî wê ye, dijminê herî xedar û xeternak yê ji qewmê xwe ye û di nava wan de jiyandike ye. Niha jî di van demên ku Rêber Apo dibin pergala îşkenceya Îmralî de tê girtin, li çiyayê Kurdistanê rojane bi dehan caran gazên kimyawî li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têne bikaranîn û rojane şehîd tên dayîn. Di qada siyasî de bi deh hezaran pêşengên civakê di zindanan de terkî mirinê hatîn kirin, bi tekoşîna Rêber Apo, ked û xwîna gelê Kurd rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê hatiye ber hilweşînê. PDK ji bo ser lingan girtina wê rejîma qirker hemû derfetên xwe yên madî û leşkerî seferber kiriye. Bi awayek pir eşkere derdikeve holê ku tu caran daxwaza PDK’ê ne Kurdistan, ne jî Kurdê azad yê xwedî nasnameya xweye, rolê xwe yê yekane hêzên Kurdistanê parvekirin û bi berdwamî xizmeta dagirkeran kirine. Ger ne wisa ba ma gelo çima daxwaza Rêber Apo ya ku ji Mesud Barzanî re gotibû bibe hevserokê Kongra Netewî nepejirand?

Yekane daxwaza PDK’ê di hilbijartina 14”ê Gulanê de serkeftina tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê ye.  Li ser kanalên TV yên weke Rûdaw, hesabên medya sanal, berdewamî dijberiya HDP’ê û alîgiriya AKP’ê dike, bi PDK-BAKUR  û HAK-PAR’ê re hewl dide beşek ji Kurdên Bakur bikişîne aliyê vê hukumtê, bi hevdîtinên rayedarên leşkerî, îstixbarî û siyasî re di nava rêze hevdîtinên ji bo hilbijartinê de ne. PDK serkeftina AKP-MHP weke serkeftina xwe digre dest û ji bo vêya hemû derfetên xwe xistine xizmeta vê hilbijartinê.  Ji kordînat dayîna cihê gerîlayên tevgera zadiyê, qetilkirina welatparêzên Kurd yên li Başur, rêya leşkerên Tirk vekirin û xistina qadên parastina Medya, kiryarên ser lingan girtina rejîma AKP-MHP’ê ne. Di vê çarçoveyê de hilbijartina li Bakurê Kurdistan-Tirkiyê wê di 14’ê Gulanê de were pêkanîn serkeftin û binkeftina du pergalan wê bide diyarkirin yan wê pergala hevrebûna gelan ya Rêber Apo pêşkêş kirye bi serbikeve jin, ciwan û gelên herêmê wê bi hevre di zemînek aram û demokratîk de jiyan bikin. Yan jî wê faşîzma AKP-MHP’ê biserbikeve şerê heyî li çiyayên Kurdistanê wê dijwartir bibe tecrîda li Îmralî wê berdewam bike, aliyê aborî yê gelên Kurdistan û Tirkiyê bighe sifrê, jin û ciwan wê bi kiryarên kuştin, fuhuş, karanîna madeyên hişbir û ji navbirina çandî re hîn zêdetir rû bi rû bimînin. Ji ber wê yekê pêwîste em dengê xwe bidin xwe sêkoşeya AKP-MHP-PDK’ê ya qirkerên Kurdan têk bibin.

Filiz Bûdak

 

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar