Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hersal di 2’yê Gulanê roja şehadeta Fermandarê PKK’ê Mehmed Karasungur de hemû şehîdên qada perwerdê tên bîranîn. Duh bi şev merasîma bîranînê bi beşdarbûna hemû malbatên şehîdên qada perwerdeyê, xwendevan û mamostayan, li dibistana Şehîd Mehmet Kurt, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê qada perwerdeyê Mamosta Hewar Gûngen axivî.
Mamosta Hawar di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê bibîranîn û got: “Şehîdên me ji bo parastina nirxên civakê canê xwe kirine qurban, erkê xwe yê welatparêzî pêkanîne. Yê bibe şopdarên wan, emin ên zindî. Erk û berpirsyartiya xwe, xwedî derbikevin. Pêwîste em, li ser rêya wan bimeşin. Ji bo xwe gihandina armancên şehîdên xwe, divê em di nava lêgerînan de bin.”
Piştî axaftina Mamosta Hewar, belgeyên rûmetê ji bo malbatên şehîdan hatin dayîn. Piştre sînevîzyonek ku qala jiyan û têkoşîna şehîdên qada perwerdê dikir, hatibû amadekirin, hat pêşandan.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
0 Yorumlar