Gelê Kurd
girêdayî xwezayê ne ev jî dibe sedemek bingihin ê heskirina welat û
walatparêziyê di mirovan de şênbertir bibe. Li Kurdistanê piştî têkoşîna
azadiyê hat destpêkirin û şûn de ev heskirin hîn zêdetir bi watetir û zanistî
pêşket. Têkoşîna azadiyê ruhê welatparêzî û heskirina welat di nava gelê Kurd
de ji nûve zîndî kir. Bi vê zindîbûnê re pêl bi pêl keç û xortên ciwan ber bi
şoreşa mirovahiyê ve gav avêtin û bûn mertalên jiyana azad a li ser rûyê vê
cîhanê. Yek ji van jî rêheval Emîne Nêvila bi nasnav Seyran e. Beriya ku Emîne ji dayîk bibe, malbata Emîne
ji ber neyartiya di gund de neçar dimîne koçberî Bursayê bibe. Emîne Nêvila di
sala 1984’an de li Bursayê ji dayîk dibe. Piştî Emîne dayîk dibe salekî şûnde
malbata Emîne li gel neyarên xwe li hevtên û dizivirin gundê xwe. Emîne ji gundê
Nêvîlan yê ser bi Navçeya Eruh ya bajarê Sêrtê ye. Kêm jî be li wir demekê
zarokatiya xwe jiyan dike. Emîne hîn di temenê xweyê biçûk de rastiya xiyanetkar
û dijmintiya di gund de fêm dike, li hember alîgirên dijmin û çeteyên gund
helwesta xwe nîşan dike. Dema rastî muxtar yan çeteyên gund dihat helbestek
Kurdî ku qala xiyanetê dikir digot û bi ser bilindî di ber wan re derbaz dibû.
Ruxmê malbat gelek caran hişyar dikir ku wê helbatê nebêje, lê bi israr
helbesta xwe vedigot. Netenê li hember dijmin û çeteyan li hember bêmafiyên
derdor û malbatê jî xwedî helwest bû, bêmafî ne dipejirand. Xwedî cesaretek
mezin bû. Emîne ji ber bê derfetiya malbatê nikare bixwîne. Bavê Emîne dibe
milîs û di gelek çalakiyên leşkerî yên li hember dewleta Tirk de cihê xwe digre
êdî nikare vegere gund. Ji ber vê yekê jî êrişên dijmin û yên çeteya li ser
malbatê zêde dibe, malbat neçar dimîne li gel gelê herêmê penaberî Başûrê
Kurdistanê bibin. Ruxmê temenê xwe yê biçûk jî xwedî têgihiştinek berfireh ya
jiyanê ye. Emîne rûken bû û li hember malbat, heval û welatê xwe xwedî berpirsyartî
bû. Tirsa wê ya li hember zoriyên jiyanê tine bû. Ji bo jiyanek bi rûmet bidestbixe
xwedî seknek diyar bû. Di nava malbatek welatparêz de bi hestên heskirina welat
mezin dibe, bi van hestan di 15’ê Tebaxa 1995’an de li gel komek hevalên xwe li
ser dikê soza xwe ya şopandina rêya heqîqetê dide û tevlî nava refên têkoşîna
azadiyê dibe. Navê xwe yê têkoşînê dike Seyran bi navek nû dest bi jiyanek nû
ya berxwedanê dike. Hîn li gund bi helwesta xwe ya li hember çeteyan dide diyar
kirin ku wê Emîne jiyanek asayî neke biryara jiyana xwe. Piştî beşdarî nava
refên têkoşînê dibe heskirina welat, hêz, cesart û rûkeniya xwe di canê xwe de
dihelîne û dike parçeyek ji jiyana xwe ya têkoşînê. Mîna dayîka wê pênase dike ‘Di
zarokatiya xwe de têkoşer bû.’ Her kes di zarokatiya xwe de biryara jiyana xwe
diyar dike, Rêheval Seyran jî di zarokatiya xwe de biryara têkoşîna li hember
zilmê dide û dibe yek ji rêwiyên rêya heqîqetê. Dema beşdar dibe diçe Zapê hîn
di rê de rastî êrişa dijmin tê û birîndar dibe. Birîndariya wê ya di rojên
destpêka têkoşîna wê de wê hîn zêdetir girêdayî doza wê dike û ber bi çiyayê Kato
yê Bakurê Kurdistanê ve dibe. Di demek kin de bi jiyana gerîla re dibe yek û
erk digre. Mîna çiyayên welatê xwe şêwaz dide kesayeta xwe û xwe bi xwezaya
çiyayên azad re dike yek. Di hemû kêliyên jiyana têkoşîna xwe de ji bo jiyanek
azad a li Kurdistanek azad xistibû armanca xwe. Di 15’ê Tebaxa 1998’an de li
Kato dema komek heval dikevin kemînê, koma ku Heval Seyran di nav de dixwazin
hevalên xwe rizgar bikin ji aliyên belafirên dewleta Tirk a dagitker ve tên
bombebarankirin û di encam de Heval Seyran li gel komek rêhevalên xwe tevlî
karwanên şehîdan bûn.
0 Yorumlar