Girêdayî beşa me ya vê carê ji bo jiyanîkirina Bîrdoziya Rizgariya Jinê, Rêbertî wiha dibêje; “Ji bo ev yek pêkwere û ji bo parvekirina jiyaneke xwe dispêre azadiyê, rêxistinbûn pêwîst e. Ev jî hêmana sêyemîn e. Mirovekî ne rêxistî hîç e. Rêxistinbûna destpêkê bi jinê destpê kiriye. Hêza ku herî zêde divê rêxistinbûnê esas bigre jin e. Dibe ku zilam bêrêxistin be. Yan jî jixwe rêxistina zilam gelek e. Divê jin rêxistina xwe ya taybet pêşbixe ango bi giştîkirina YAJK’ê re pêwîstiya xwe heye. Divê saziyên xwe yên hişyariyê li hemû qadan belav bike. Divê jin bi rêxistinbe. Divê hun vê carekê ji guhê xwe re bikin guhar.”
Raste
jiyana azad, xwestek û armanca her hebûna xwezayî ye. Mirov çiqes li jiyaneke
azad bihizire û vê bixazibe jî lê belê tenê ev têrê nake. Pêwîste mirov ya dixwaze rêxistin jî bike.
Ev raste, lê rêxistin çiye?
Bi zimanê Kurdî jixwe wateya xwe gelekî zelal e; xistina rê, rêk-kirin. Mirov
pir bi hesanî dikare ji peyvê bixwe jî wateya
wê fêmbike.
Ev rêxistina xwedî wateyeke weke navê xwe, ji bo jiyaneke asayî bixwe
jî pêwîste. Heta tu mala xwe rêk-nekî tu nikarî bijî, heta tu xwe rêkûpêk nekî
mafê te yê axaftinê jî tine ye. Tişteke ne di rê
de be, derveyî rê ye, li wir xirabûnek heye. Lewma divê mirov bizanibe “çi-çawa”
bike. Ev jî karê fikir û zanînê ye. Tê “çawa” rêxistin bikî, rêya vê ya herî
baş û guncaw çiye, encax em bixwe dikarin vê diyar
bikin. Her tişteke divê bê kirin jî mîsoger
rêyeke xwe heye. Esas
bersiva “çawa” jî cardin rêxistin bixwe ye. Tê her tiştî bi rêxistinê bixî rê.
Rêxistin
wateya hebûna me ye. Hêz û cewhera mirov derdixîne holê. Yekî ne rêxistinkirî
be, qet bandora xwe nîne. Belav e, ji her cure bandorê re vekiriye, heta dikare
xeter be. Nikare xwedî li keda xwe jî derbikeve. Lê ya rêxistinkirî be, xwediyê
xwe ye, meşa xwe dizane û heta dikare hêz bide herikandina giştî ya jiyanê jî.
Her pergal xwedî rêxistinên
xwe ye. Bi hebûna sazî û rêxistinan pergal ava dibe. Pergala bîrdoziya
desthilatiyê, li ser serdestiya zilamtî û bindestiya jinê xwe rêxistin dike. Di
pergala heyî de her aliyê me bi rêxistinên zilamtiya desthilatdar hatiye pêçan.
Rêxistinên dijberî hebûna jinê, li her derê jiyanê ne. Dewlet bixwe jî rêxistina
aqlê zilamtiya desthilatdar a herî jore. Artêşa wî ya aqlê zilamtiyê ye.
Zanist, hûner, aborî… tev ya wan e û li ser înkara heqîqeta jinê 24 demjimêran kar dikin. Di nava van rêxistinên xwe de yan qet cih nedan jinan an jî dema dan li gorî berjewendiyên
xwe vê di rêjeyeke diyar de pejirandin. Heta malbat û malên me yê jinan bixwe
jî ji jinan hatiye girtin û bûne yên zilaman. Bi bîrdoziya desthilatiyê, jin ne
xwediyê rêxistina cihên jiyanêne jî.
Li beranberî rêxistinên bê
hejmar ên bi aqlê zilamtiyê, rêjeya rêxistina jinan bi qasî tine, hatibûn kêmkirin.
Rêxistinvana şoreşa çandinî û gund, bi êrişên şaristaniya dewletî deng û rengê wê hatibû birîn. Li dijî pergala
dewlet û desthilatdariya zilam, ji bo pergala jiyana azad û demokratîk, pêwîstî
bi rêxistinbûnên jinan hebû. Ji bo şoreşa azadiyê bighêje kokên xwe yên şoreşa
destpêkê ya jinê, pêwîstî bi hevsengiyeke hebûna rêxistinên xweser û taybet
hebû. Lewma bi felsefe û bîrdoziya Rêbertî, di nava têkoşîna azadiyê de ev gav
bi gav ji nû ve hatin avakirin. Rêbertî di nava PKK’ê de pêşiya vê vekir. Her
saleke têkoşîna jinan a di nava PKK’ê de, van pêngavên rêxistina jinan jî berbi
pêştir bir. Ev jî gav bi gav ji rêxistina YJWK, YAJK û îro heta PAJK û KJK bi
ked û xwîna jinê hatine avakirin. Ji rêxistina giştî ya jinan heta artêş û heta
partî û pergalê ev tev hatin hûnandin.
Rêxistina te ya giştî jinan
hebe jî pêwîste ev bibe nasnameyeke yek bi yek a tevahî jinan. Lewma divê em bi
heman şêwazî weke kes xwe jî rêxistin bikin. Di vir de girîngiya jinên pêşeng
derdikeve holê. Jinên pêşeng; ew jinên rêxistina jina azad di kesayeta xwe de
şênber kirine, bixwe ne. Di bingehê vê heqîqetê de me rêxistinên giştî yên
jinan yek bi yek bi jinên rêxistinkirî hûnandiye. Lewma bûne nasnameyeke hevpar
a jinan.
Ji bo weke jin bi zanebûn û
vîna xwe ya azad em hebin, tekane rêya vê
rêxistinbûna me ya jinan e. Bi zanebûn û bîryardariya xwe emê rêxistina xwe
diyar bikin. Bi
rêxistinkirina xwe û cînsê xwe emê karibin hêza xwe ya
cewherî tevlî jiyanê bikin, her wiha xwe û jiyanê biparêzin. Weke jin em gihaştine
asta zanebûna rêxistinkirina xwe ya xweser û
taybet. Li pêşiya me hîn jî erkên mezin ên rêxistinkirinê hene. Divê ti qadeke
jiyanê bê rêxistin nemîne. Em bê rêxistin henase jî nekêşin.
Ji
xwe rêxistin ne kareke demkî yê heta dema gihaştina
azadiyê ye. Heta jiyan hebe wê rêxistinbûn jî hebe. Pêwîste rêxistinbûn bixwe
felsefeyeke me ya jiyanê be. Ev ji bo me rêgezeke jiyanê ye.
JIYAN
ARAS
0 Yorumlar