Ticker

10/recent/ticker-posts

Fermandar Gulçiya Gabar li Mexmûrê hat bîranîn

Fermandar û Gerîlaya YJA Starê Gulçiya Gabar ku 29’ê Nîsana 2019’an de li herêma Çemço di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna şêniyên wargehê hat bîranîn.


Fermandar û Gerîlaya YJA Starê Gulçiya Gabar ku 29’ê Nîsana 2019’an de li herêma Çemço di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna şêniyên wargehê hat bîranîn. Merasîma bîranînê bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêz girtinê li ser navê şêniyên wargehê Mamoste Bêrîvan Demir axivî.

Mamoste Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîd Gulçiya Gabar de tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “ Dema tê gotin şehîd, mirov nikare ne bi çend peyvan wesfedanê wê bide û ne jî têrker dibîne. Fermandar rêheval Gulçiya  ku xwedî ked û têkoşînek pir giranbiha bû, di salên ku herî zêde dijmin êrişî me dikir, herî zêde şer germ û dijwar de tevlîbûna xwe ji bo şoreşê re çêkir. Gelek kesên wek heval Gulçiya bi taybet hevalên jin di wan deman de serî hildane. Ji bo em bikaribin sîstema ku li himber gelê Kurd têkbibin, bikaribin ruhê azad bidi şînkirin her wiha bikaribin xwezaya xwe vegerînin, divê em têkoşîn bidin meşandin. Gelek hevalên wek rêheval Gulçiya Gabar temenê xwe ji bo vê rêyê bexşandine û gihiştine şahadetê, Ji ber vê yekê şehîd rêça me ya bi nirxe ku em li ser bimeşin. Kesên ku dibêjin ez Kurdim, welatparêzim û ezê têkoşînê bidim berdewamkirin divê di hizûra şehîdan de her tim xwe nû bike. Bi vê boneyê em dibêjin di serî de serê Rêbertî saxbe, serê malbata hêja, gelê Kurd yê azadîxwaz û gelê wargeha Mexmûr saxbe.”

Ji bo Fermandara YJA Star Gulçiya Gabar wê li Saziya Malbatên şehîdan serdanên sersaxiyê were qebûl kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar