Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: AZÊ ERDAL

 


Li ser xaka welatê dagirkirî ken û kêfxweşî, ji zû de barkiriye. Dema mirov li kenê ser rûyê gerîlayan dinêre, di nava kûrahiya çavên wan de ew qedexeyan, cihê xwe ji hêviyên herî xweşik re dihêle. Mirov di wan kêliyan de dixwaze hemû qeydên qedexekirî bişkîne û wan çirûskan bi azadiyê re tacîdar bike. Ew kenên xweşik dema bi azadiyê re dibû yek, mîna hestên efsûnî derdora xwe ji bin paçê reş rizgar dikir û ronahiyê li her derê belav dikir. Yek ji van gerîlayên ku hêvî di kûrahiya dilê xwe de dihewand û ronahiya wê li çar parçeyên Kurdîstanê belav dikir û hemû qeydên qedexekirî dişkand, rêheval Kurdistan Sîdar ango Azê Erdal bû ku di 1995’an de li geliyê Qiyametê di nava jiyanek penaberiyê de çavên xwe li cîhanê vekiribû. Belê penaberî mîna ewrên reş belav dibû. Di sala 1994’an de malbata Heval Azê ya ku li gundkê Melê bi zor û zordariya dijminê xwînmij re rû bi rû dima, penaber bibû û berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê. Rêwîtiyek dûr û dirêj ji bo wan destpêkiribû. Di nava vê rêwîtiyê de rastî her cure êriş û nexweşiyan hatibûn. Dema ku Heval Azê tê li ser rûyê cîhanê, malbat û gelê li geliyê Qiyametê rojên penaberiyê yên herî zehmet jiyan dikirin. Ji ber ku xwarina dixwarin ewqas kêm bû, pitikên nû ji dayîk bûyîn gelek ji wan dimirin. Lê Heval Azê li berxwe da. Her çendî ku ew şîrê singa dayîka wê têra wê nedikir ku ew pê jiyan bike jî, lê bi wê dilopa şîr a ku dayîka wê jî singê xwe dida wê, berxwedan û têkoşîn jî derbazî bedana wê ya biçûk dikir.  Rêheval Azê dû salî bû ne di farqa ku di nava rêwîtiyek dirêj de ye, ne jî dizanibû ka ew li çi digerin di nava vê rêwîtiyê de.

Piştî rêwîtiya dû salan, bi malbata xwe re li wargeha Mexmûrê nîştecih dibin. Wê demê 4 salî ye. Her çendî di temen de ne gelek mezin jî bû, lê dilekî qasî çiyayan mezin di nava qefesa singa wê de cihê xwe kiribû. Heval Azê dibistanê heta navîn dixwîne û her dem pileya yekem biserkeftî bidestdixist. Heval Azê dibe xwedî kesayetek dilnizim û bi herkese re dida û distand. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Dibe ku rêwîtiya wan li Mexmûrê bi dawî bibû, wargeha zûha û hişk, şîn kiribin û wek warek azad neqşandibin. Lê lêgerîna Heval Azê hîn bi dawî ne bibû. Ji ber ku ew nû ketibû ser rêya lêgerîna heqîqetê. Nû fêr dibû, êş û janên gel hîs dikir. Zor û zordariya dewleta faşîst a Tirk ya li ser gelê Kurd pêktîne di şaneya herî biçûk a laşê xwe de hîs dikir. Ji bo wê êdî wext hatibû ku bikeve ser şopa heqîqetê û weke jinekê divê tola hêsrên dayîkên dil bê êş rakiriba. Rêheval Azê di lêgerîna xwe de bi israr bû. Ji ber dizanî bû ji bo bigihije rastiya jiyanê, ji bo tola gelê xwe ji dijmin hilîne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ev rê, rêya rastbû û li ser vî esasî di sala 2012’an de, berê xwe dabû çiyayên azad warê xwedewandan. Heval Azê di demek kin de xwe di her alî de perwerde dike û xwe di rêgezên bîrdoziya jina azad ya ku Rêbertî xêz kiribû de zane dike. Li qadên çiya têkoşîna xwe bilintir dike û ji bo tola hezar salan ji dijmin rake di çeperên pêş de cih digre. Heval Azê bi feraseta ku parçeyek xaka xwe ji bin destê dijmin rizgar bike, wê bikaribin tovên jiyanê lê biçînin û li wan warên ku ew tov şîn bibin wê azadiyê bi xwe re bîne. Li kûderê şer giran dibû hewl dida xwe bigihîne wir, mil bide milê hevalên xwe û li ser lutkeyên çiyayên welatê xwe bi hêvî û hêzek mezin agirê azadiyê pêbixin.  Bi beşdarbûna xwe ya çalak her tim hêz û moral dida hevrêyên xwe. Dijmin di sala 2022’yan de li dijî Qada Berxwedanê, êrişek da destpêkirin. Rêheval Azê di vî şerê dijwar de berpirsiyariyeke mezin girt ser milên xwe û berxwedaneke bêhempa li dijî êrişên dijmin nîşan da û di tunelên şer de helwesta xwe ya li dijî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê bi îradeya xwe ya Apoyî, bi awayekî serkeftî nîşanî dijmin da û di encama êrişên hovane yên dijmin de di sala 2022 de li metîna tevlî karwanên nemiran dibe.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar