Yek ji taybetmendiyê ku mirov taybet dike ewe ku dikare tişta neyî xeyal bike. Hêza wî ya fikirandinê destdaye ku di hişê xwe de wêneyan xêzbike, tiştan bi afirîne, beriya ku tiştekê avabike bi kurtahî di aliyê xeyal kirinê de xwedî hişmendiyek afrênere. Mînak, ger em bixwazin malekê avabikin, tişta destpêkê em bikin wênekirina wê malê ya di hişê xwe de ye. Pêwîste yek bi yek hurgoliyên wê malê di hişê xwe de diyar bikin. Bi heman şêwazî fikirandina jiyana civakî û bikaranîna vê rêbazê re fikirandina utopîk tê gotin. Ango xeyal kirina civakê bi şêwazek cuda ye.
Çiqas
em di dîrokê de lêkolîn dikin, xuya bibe ku ji derketina şaristaniyê û şûnde windakirina
azadiya civaka xwezayî destpê dike. Ji wê rojê û şûn ve jî mirovahî hertim di
lêgerîna jiyanekî rast de ye. Dîroka şaristaniyê tijî mînakên komên mirovan yên
biçûk û mezin yên li pey xeyalên xwe yên jiyana civakî ketine û xwestine wan vegûherînin
rastiyê. Her Berxwedan, her serî rakirin û her şoreşa civakî bi neqebûlkirina
rewşa heyî re destpê dike. Gava dûyemîn diyarkirina armanca xwe yan jî xeyal kirina
jiyanek raste. Ji wir şûnde ev xeyal dibin pîvanên herî esasî yên civakê. Gelo
ked, çalakî, fikirandin û axaftînên me, me nêzî armanca me dike an berovajî vê,
me ji jiyana ku em xeyal dikin dûr dixe?
Rêber Apo
vê pêwistiya civakê zû destnişan kir û di pirtûka xwe ya bi navê 'Çawa bijîn?' de
vê pirsê nîqaş dike û dixe naverasta rojeva me. Bi paradîgmaya modernîteya
demokratîk Rêber Apo bersiva vê pirsê bi awayekî ewqas kûr û berfireh dide ku
ne tenê ji bo yek netew, ji bo giştî mirovên azadîxwaz armanc û rê nîşan dide.
Dema ku em li rewşa cîhanê ya îro dinêrin, krîzek mezin xûyadike û em dibînin hişmendiya
dewletparêz xweza anî ber tinebûnê, civakan di nava xwe de parçe parçe kir û
şerê cîhanê yê sêyemîn her ku diçe kûrtir dibe. Eşkere ye ku pirsa 'Çawa
bijîn?' di nava modernîteya kapîtalîst de bê bersiv dimîne. Jiyanek bi wate û
bi rûmet ji derveyî hişmendiya modernîteya kapîtalîst gengaze.
Bê gûman yên
ku ji rewşa heyî sûd werdigirin û her tişt di berjewendiyên xwe de dikin qurbanî
hêza xwe, ji afirandina civak û xeyalên civakê re xeterî ne. Ev jî dibe sedem
ku hêza xeyal kirin û hêviya hemdem ya civakê tine bikin. Hewldana esasî jî eve
ku şûna xeyal û armancên civakî, xeyal û armancên kesî pêşbikevin. Ji ber ku
eger her yek ji me bi xeyalên xwe yên kesî re mijûl bibe, ti hêz namîne ku mirov
xwe li hemberî kedxwaran biparêze. Armanca wan ewe ku kesan bikin koleyên
xeyalên biçûk. Ji bo ku ev çênebe lêgerîna bersiva pirsa 'Çawa bijîn' di
çarçoveya civaka xwe de her çiqas jiyana me rêvebibe ewqas başe. Li hemberî hemû
astengî û zehmetiyan pêwiste em wêneyê jiyana azad di ser û dilê xwe de xêz
bikin.
Wek
ciwanan di vê pêvajoya krîtîk de tişta herî girîng ji bo me ewe ku em hêza xwe
ya xeyal kirinê biparêzin. Vê xeyala jiyana azad ku bi hezaran ciwan canê xwe ji
bo wê dane, pêkanîn û parastina vê di bin berpirsiyariya me de ye. Parastin,
pêkanîn û pêşxistina vê xeyalê yekane rêya jiyana bi wate ye. Serokatî jî
dibêje: ‘Çawa bijîn çiqas utopiya me diyar e.’
Baran
Mawa
.jpg)
0 Yorumlar