Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê: Bakur dagirkirine, niha jî Başûr dagirdikin

 Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê destnîşan kirin ku xiyanet û hevkariya PDK’ê nayê efû kirin û wiha gotin: “Çawan di pêvajoya DAIŞ’ê de gerîla û pêşmergeyan li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê mil bi milê hev şer kir, pêwîste îro jî li dijî dagirkeriyê mil bi milê hev şer bikin.”

Jiyan Pîran

Dewleta Tirk a dagirker di nava van dû mehan de bi hezaran leşker, bi sedan wesayîtên zirxî ji bo dagirkeriyeke mayînde bi hevkariya PDK’ê 50 km ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê. Li gel vê jî rojane gundên herêma Behdînanê tên bombebarankirin, bi darê zorê gundên herêmê tên valakirin, nuqteyên kontrolê li nav xaka Başûr tên danîn û serweriya xaka Iraqê tê binpêkirin. Têkildarî vê mijarê xelkê wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.

‘Li hemberî vê dagirkeriyê bibin yek’

Qumrî Pîranî di destpêka axaftina xwe de daxuyakirin ku dagirkeriya tê meşandin bê mafî û bê exlaqiye û wiha got: “Pêwîste gelê Kurd li hemberî vê dagirkeriyê yekîtiya xwe çêbike û ji dagirkeriyê re bibêje êdî bese. Welatê me hemû tê dagirkirin, bi taybet jî li hemberî Başûrê Kurdistanê dagirkeriyek topyekûn tê meşandin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî vê dagirkeriyê bibe xwedî helwest û rabe ser xwe. Ji xwe Bakurê Kurdistanê dagirkirine, niha jî Başûrê Kurdistanê dagirdikin. Em vê zilim û dagirkeriya li ser xwe napejirînin. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê hevkariye dewleta Tirk neke û bi gelê Kurd re li hemberî vê dagirkeriyê bibe yek. Çawan di pêvajoya DAIŞ’ê de gerîla û pêşmergeyan li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê mil bi milê hev şer kir, pêwîste îro jî li dijî dagirkeriyê mil bi milê hev şer bikin.”

Qumrî Pîranî di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî jinên Kurd bi taybetî jî jinên Başûrê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê kir û wiha got: “Pêwîste jinên Bakur û Başûrê Kurdistanê yekîtiya xwe çêbikin û li hemberî dagirkeriyê dakevin qadan û bibêjin êdî bese. Hêza jinê heye, ger bixwaze dikare pêşî li vê dagirkeriyê bigire.”

‘Rih dibe bost, lê dijmin nabe dost’

Kendal Avyanî jî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku partiya PDK’ê di xiyaneta heyî de pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê dike şirîkê xiyaneta xwe û wiha got: “Niha li Bakur, Başûr û Rojava yê Kurdistanê bi navê pêşmergeyan li hemberî PKK û Kurdan şer dikin, em vê yekê bi tûndî şermezar dikin. Pêwîste ji bo welat, namûs û parastina gelê xwe şer bikin, ne ji bo dijminê xwe. Li Başûrê Kurdistanê cerdevan li dijî PKK û gelê Kurd şer dikin, ev şermek mezine. Me jî gund û bajar hebûn, lê em ji ber xiyaneta heyî derbeder bûn. Ji bo xiyaneta ku tê kirin heta niha me nekariye em welatê xwe rizgar bikin. Pêwîste wek Kurd em dijminê xwe baş nasbikin û baş bizanin, pêşiyan jî gotiye; rih dibe bost, lê dijmin nabe dost.”

‘Tirs me nagihîne ti armancan’

Kendal Avyanî di berdewama axaftinên xwe de balkişand li ser bêdengiya gelê Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û wiha got: “Ne tenê dewleta Tirk, malbata Barzanî li hemberî Kurdan daye karanîn, di heman demê de dewleta Iraq û Iranê jî malbata Barzanî li hemberî tevgerên Kurdan bikaranîne. Bêdengiya gelê Başûr ji tirsê ye, lê tirs me nagihîne ti armancan. Divê em wek gelê Kurd li hemberî vê zilm û zoriyê bibin xwedî helwest. Em şer jî bikin, em xiyanet jî bikin, em serhildanê jî bikin, emê bimirin. Lê bila mirinek bi şerf be, ne mirinek bê rûmete be. DAIŞ rabûn bi hezaran pêşmerger şehîd kirin û niha pêşemrger li kêleka wan bi Kurdan re şer dikin.”

Herî dawî Kendal Avyanî bang li gelê Kurd bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya ne xemsar be. Em hemû Kurd bi mirin û mayînê li gel wanin. Gelek kesên Başûrê Kurdistanê dibêjin tenê ji bo PKK’ê hatine, ne wisaye ev şer li hemberî hemû Kurdane. Pêwîste gelê Kurd hem li hemberî PDK’ê, hem jî li hemberî dewleta Tirk serê xwe rake û bibêje êdî bese.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar