Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Çalakiya Nobetê di roja 370’yan de didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di 20’ê Tirmehê 2023’an ve ji bo şikandin tecrîda girankirî û azadî Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin di roja 370’an de bi koma 73 didome.


Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Komîteya Çalakiyan a Mexmûrê ve ji bo şikandin tecrîda girankirî û azadî fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tirmehê 2023’an hatiye destpêkirin, di roja 370’an de bi koma 73 didome.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî dewgirtinê li ser navê koma 72’an Hewar Gabarî axivî.

Hewar Gabarî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî û cezayên disiplînê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên ferzkirin û wiha got: “Her ku gelê Kurd li hemberî tecrîdê girankirî têkoşînê bilind dike, dijmin jî tecrîdê girantir dike û bi hincetên cûda cezayên disiplînê li Rêbertiya me dibire. Ji beriya du rojan cardin biryara qedexeyên hevdîtina bi Rêbertî re hat girtin. Bi van qedexeyan nahêlin bi Rêbertî re hevdîtin bê çêkirin. Em vê biryarê şermezar dikin û em doz didin ku em bi berxwedana xwe vê tecrîdê bişkînin û Rêbertiya xwe re azad bijîn. Bi vê tecrîdê ve girêdayî dagirkeriyek berfireh li ser Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Lê em hemû jî baş dizanîn bi hezaran caran ev êriş pêkanîn û bê encam mane. Dixwazin bi van êrişan hêviya me bişkînin, lê em bi hêvî ne, em têkoşînê bi ser bixin û bi Rêber Apo re azad bijîn.”

Merasîm dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bi can û bi xwîn em bi te te ne ey Serok’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar