Perwerde ji bo her civakê tê wateya avakirina nifşekî nû, berdewamî û mayîndebûna jiyana civakî ya tevahî mirovahiyê. Perwerde di jiyana civakê de beşa herî girîng e. Dema mijar dibe jin, bê gûman divê mirov bikeve kûrahiyên dîrokê. Ji ber rastiya jinê, di nava rûpelên dîroka tozgirtî de hatiye veşartin ku di roja me ya îro de jin ji hebûn û jinbûna xwe kêmekî hatiye dûrxistin. Jinan bi hezar salan civak fêrkir û ew bixwe fêrbû, xwe perwerde kir. Gelek zanistên ku civakîbûnê bidin jiyankirin wiha keşif kir, civaka exlaqî û polîtîk wiha li derdora xwe pêşxist. Jinan dizanibûn ku divê perwerdekirina zarokên xwe ji kesî re nehêlin. Ji ber vê yekê di civaka xwezayî de ku dayîka xwedawend lê hakime, yek ji xebatên bingehîn ya jinê perwerde bû. Jin ne tenê zarokan, hemû civakê perwerde dikir. Bi taybet xwedawendîtiya di qada ol û baweriyê de, jin zarokan diwelidîne, hilberîneriya wê, civakê bi berhevkariyê xwedîkirin û bi dermanan başkirin. Zayîn, dayîn, parastin, xwedikirin û hezkirin, jinê pêkanî. Jin bû şagirta yekem a xwezayê, mamosteya destpêkê ya mirovatiyê.
Lêgera
rastiyê û rastiya xwe naskirin. Her wiha fikar û hewildana domandina hebûna
xwe, çand û nifşên xwe bi hezaran salan êdî di qûncika herî jor a aqilê civakî de,
mirovan cihekî girîng girtiye. Ango mirov her tim hewildaye hebûna xwe ya civakî
watedar û binirx bike. Heta roja îro dibe di gelek qadên zanistî û perwerdeyên
cur be cur de ji bo vê pêşketine, lê hêza desteser a zilamê desthilatdar di
nava çerxên xwe de girtîkirine. Tenê di nava sînorên berjewendiyên xwe de, kêmek
derfetê jiyanbûnê daye wana. Hêzên dewletdar di bin navê perwerdekirina nifşê nû
yên civakê de, sîstema perwerdê li gor hişmendiya xwe bi rêk û pêk kirine. Li
ser jinan û gelên Rojhilata Navîn siyasetên gelek qirêj hatine meşandin û ji
zanebûnê hatine dûrxistin. Piştî baviksalarî, jin weke nesne û girêdayî mêr
dihat dîtin. Jinan nikarî di nava malbatê de li beramberî bav, bira û hevjînê
xwe dengê xwe derbixe yan jî nêrînên xwe bîne ser ziman. Her cure tûndî li ser
jinê dane meşandin. Li beramberî vê jî, jinê tiştek nedikir. Ji ber ku jin wisa
dihat mezinkirin.
Di mejiyê
jinê de dan rûniştkandin ku jin bê aqilin, nikarin bifikirin, divê li hember
bav, bira, mêr û dewletê ne axivin, divê biryaran nedin û nêrîn parvenekin. Her
wiha dernekevin, ji bilî karên malê ti karên din nekin û tenê zarok û xwarinê
çêbikin. Ev hişmendiya qirker mixabin heta beriya ku Rêber Apo derbikeve li
tevahî cîhanê sewer bû.
Jin di
nava civakê de ji her tiştî bê par hate hiştin. Ev yek jî bi sîstematîk û bi
destê dewletan hat pêkanîn. Lê di roja me ya îro de bi saya Rêber Apo, jin xwe
perwerde kiriye û ketiye ferqa hêza xwe. Perwerde bûye bingehê pêşketin û
xwenaskirina jinan. Jina ku ne perwerdekirî be, ne azad e. Ji bo wê dema em
temaşe dikin, jinên ku Rêber Apo xwendî û naskirî, îro di her qadê de perwerde
dide û perwerde dibîne. Ji qadên îdeolojîk bigire heta leşkerî, mamostayên herî
pêşketî jinin. Ev yek di qadên perwerdeyê de jî diyare û di qadên leşkerî de
jî. Jina ku bi destpêka zayînê re perwerde pêşxistî, di roja me ya îro de jî
dide berdewamkirin. Perwerdeya Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe hişt ku jin
bikeve ferqa hêza xwe ya perwerdekirin û pêşketinê.
Armanca
perwerdeyê ewe ku jin di civakê de bikaribe bixwe rêxistina xwe avabike û
jiyana xwe bi rêvebibe. Ji bo ku asta hizrên jinan û zanyariyên wan xurt bibin,
her wiha bikaribin bixwe pirsgirêkên xwe çareser bikin, tenê çareserî
perwerdekirin û perwerde dîtine. Perwerde û jin, dû tiştên ji hevdû nayên
veqetandinin, jin bi perwerdê avabûye û perwerde jî bi destê jinê. Di vê hêlê
de em jî dibêjin, jina perwerdekirî, jina azade. Ji bo azadiya jinê, tekane rê
perwerdekirin û perwerdedîtine. Ev di hêla îdeolojîk û leşkerî de jî dibe.
Nûdem
Seyhan

0 Yorumlar