Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo balkişandina li ser rewşa tenduristî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev demek dirêje tu agahî jê nayê girtin daxuyanî dan.
Daxuyanî li ber avahiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê Bendê Budak daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek tê zanîn ev 25 salin Rêberê gelê Kurd ji aliyê hêzên hegemonên navnetewî ve bi komployek navnetewî ve hatiye dîlgirtin. Bi taybet dewleta faşîst ya Tirk di van 25 salan de rola gardiyantiyê leyîstiye. Girtîgeha Îmralî di her alî de bandorên neyênî li ser tenduristiya Rêberê me çêdike. Ji ber rewşa avhewayê, şilî, ritûbet, bê oksîjenî û nedîtîna tavê di hêle ku nexweşîyên weke astim, tengbûna nefesê, rebo, kêmbûna kalsiyûm, helandina hestî û kêmbûna xwînê çêbibe. Li gorî agahiyên kevin ên di derbarê cihê Rêbertî lê dima; ji derveyî pencereyek biçûk bi çi şêweyî oksîjena ji derve derbazî hindir nabe. Ev jî bi demê re dihêle ku bibe sedema nexweşîyên herî bixeter. Her wiha bûyera jehrkirina Rêbertî ya di sala 2007’an de jî hîn di bîra me de ye. Bi qasî bandrorên neyenî yên li ser rewşa tenduristiya Rêberê me, şereke derûnî yê taybet bi astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî tê meşandin. Ev rewş jî fikarên me bijişkan, kedkarên tenduristiyê û gelê Kurd hîn zêdetir dike.
Ev nêzîke 4 salin jî bi tu şêwazê hevdîtîn bi Rêbertî re nehatine kirin. Bi tu awayî agahiya me ji Rêberê me tune ye. Di demek nêzîk de erdheja ku li nêzî Girava Îmraliyê çêbûyî, her wiha cezayên di bin navê disiplîn û qedexeya hevdîtinê de dihêle em di derbarê tenduristiya Rêbertî de bêhtir gûmanên me çêbibin. Di pêkanînên dawî de jî diyar dibe ku Erdoganê dîktator û hikûmeta wî ya faşîst wê tecrîtê hîn girantir bikin. Ev zext di roja îro de li ser hemû girtîyên sîyasî jî tê meşandin. Li ber çavên cîhanê li Girtîgeha Îmraliyê kiryarên dij mirovî û dij huquqî têne pêkanîn. Dewleta Tirk bixwe hiqûqa dewleta xwe binpê dike û heta li dijî hevpeymanên navnetewî yên îmzekirî jî derdikeve. Dewleta Tirk li ber çavên raya giştî xwe bi xwe vala derdixe.
Em bang li bijişkên demokrat, NY û CPT’yê dikin ku guh bidin dengê wîjdan û exlaqê xwe û xwedî li erkên xwe derbikevin. Astengî çi dibin bila bibin; ji bo tenduristiya Rêber Apo û azadiya wî ya fîzikî bikevin nava liv û tevgerê. Weke Komîteya Tenduristî ya Wargeha Mexmûrê jî heta ku tecrîd neyê şikandin û azadî fizikî ya Rêbertî misoger nebe, wê têkoşîn û berxwedana me jî di asta herî jor de berdewam bike.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.

0 Yorumlar