Ticker

10/recent/ticker-posts

IRAQ DIVÊ KOMKUJIYA PEREXÊ JI BÎR NEKE!


Em di hefteya salvegera dûyemîn a komkujiya Perexê de ne. Wek tê zanîn di 20’ê Tîrmeha 2022’an de li gundê Perex a girêdayî Zaxo komkujiyek pêkhat. Di vê komkujiyê de zarok jî di nav de 9 kesan jiyana xwe ji destdan û 30 kes jî birîndar bûn. Hêza ku ev komkujî pêkanî artêşa Tirk bû û kesên jiyana xwe ji destdayîn jî welatiyên Ereb bûn. Di serî de malbatên qurbaniyan, welatiyên Iraqê ji wê rojê û heta niha li benda hesab xwestinê ne, lê li gel ku li ser komkujiyê re dû sal jî derbas bûne, mixabin hîna hesabek ji dewleta Tirk a faşîst nehatiye xwestin. Û welê diyare ku eger hesab xwestin ji dewleta Iraqê û hikûmeta Sudanî re bê hiştin, wê ev komkujî jî wekî gelek komkujiyan bêhesab bimîne. Heta em  hesab xwestinê bidin aliyekê dewleta Iraqê û hikûmeta Sudanî niha bi hemû hêza xwe piştevanî didin dewleta Tirk a faşîst. Hîna hefteya bihûrî wezîrê karê hundir ê Iraqê bi kesek PDK’yî re hewlda şewatên bi destê Parastin û MÎT’a Tirk pêk tên, bixîne stûyê PKK’ê. Dîsa wezîrê karê derve yê Iraqê hewlda êriş û komkujiyên dewleta Tirk rewa bike. Bi wê re serokê îstixbaratê û serokwezîr jî di heman rewşê de ne. Ji bo ku li ser kiryarên wekî dagirkirin, kontrola nasnameyan, şewitandina gund û daristanan, êşkence û komkujiya dewleta Tirk bigirin, her tiştî dikin. Çend roj beriya niha li ser bertekên hundir û derve şandeyek di serkêşiya Qasim Erecî de avakirin da ku biçe kiryarên artêşa faşîst lêkolîn bike. Lê şandeya mijara gotinê cihê ku biçe herêmê lêkolînan bike, ji Hewlerê derneket. Şûna ku biçe welatiyên mexdûr guhdar bike, Mesrûr Barzanî guhdar kir. Lewra dema ku mirov wan hewldanên dawî mêze dike, di mirov de fikrek wiha peyda dibe; niyeta vê hikûmeta heyî tineye ku hesaba komkujiya Perexê bixwaze. Ji ber ku dema li naverastê berjewendî hebin, ne pêkane ku hesaba welatiyan bê xwestin. Ev jî nîşan dide ku malbatên qurbaniyan ji çav hatine derxistin. Başe wê çawa be, ma wê ev hesab neyê pirsîn?

Min got ya dema mirov li hewldanên Sudanî û wezîrên wî dinêre qet hêvî nadin. Di rojeva wan de hesab xwestin, hesab standin tineye, berevajî pêşiya komkujî û qirkirinên nû vedikin. Lewra divê malbatên qurbaniyan jî, welatiyên Iraqê jî ti hêvî ji dewlet û hikûmetê nekin. Divê bixwe bikevin nava hewldanan. Ji bo vê jî divê bên ba hev xwe rêxistin bikin. Encax bi vî awayî dikarin hesaba zarokên xwe, xizmên xwe hildin. Wekî din vaye hûn dibînin, li gel ku dû sal derbas bûne jî, lê hîna li holê tiştek tineye. Niha dibêjin ku destê hikûmeta Iraqê lewaze, Iraq di nava xwe de parçe kiriye. Raste dewleta Iraqê ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve parçe kiriye, lê ti demê qasî niha destê hikûmeta Iraqê ji aliyê hiqûqî û dîplomasiyê ve xurt nebûye. Eger van her dû lingan jî bikar bîne, dikare dawî li vê îlhaqê bîne. Ji ber ku xaka di bin serweriya wî de tê îlhaq kirin, li ser wan xakan mirov tên qetil kirin, xweza tê wêran kirin û serweriya wî dikeve li ber nîqaşan. Û ev li gorî qanûnên navnetewî jî sûcin. Dikare ji van hêlan ve dewleta Tirk a faşîst di qada navnetewî de tengav bike. Heta dikare ji aliyê aborî ve jî dewleta Tirk a faşîst neçar bike. Ji ber hem nefta xwe li ser Bakurê Kurdistanê vediguhezîne Ewropayê û hem jî xurek jî di nav de gelek tiştan ji dewleta Tirk a faşîst digire. Yanî dewleta dagirker ji her hêlê ve qezenç dike. Mesela ji bo veguhestina neftê dikare rêyên alternatîf bibîne û dîsa dikare her tiştê xwe ji dewletên din bistîne. Wê demê wê dewleta Tirk a faşîst ber bi paş ve pêngav bavêje. Lê binêrin vêya nake. Li gel ku destê wî xurte jî lê nake. Diyare ne qetil kirina welatiyan, ne rûxandin û şewitandina gundan, ne talan kirin û wêran kirina xwezayê û ne jî îlhaq kirina welat ji xwe re nake pirsgirêk.  

Milîtan Cûdî

Yorum Gönder

0 Yorumlar