Ticker

10/recent/ticker-posts

NÇHM û Stêra Zêrîn girtina ciwanên li Mêrsînê şermezar kirin

Endam û xwendevanên Navenda Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê, ciwanên li Mêrsînê ku li ber stiranên Kurdî govend gerandin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin, bi tundî  şermezar kirin.


Wek tê zanîn di 21’ê Tîrmehê de ciwanên Kurd li ber stranên Kurdî govend gerandin û dîmenê ku  kişandibûn li ser hesabên xwe yên dîjîtal parve kirin. Ev parvekirina wan hedef hat nîşandan û 22’yê Tîrmehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Ji bo şermezarkirina vê hovîtiya dewleta Tirk, endam û xwendevanên Navenda Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li Parka Şehîd Zehra Penaber daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamê Navenda Çand û Hunerê Yûnis Dag ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Çend ciwanên Kurd yên ku bi çanda xwe ya Kurdewarî xwestin ku govendekê bigirin, em dibînin dewleta dagirker û qirker ku tu awayî ziman, çand û hunera me qebûl nakin. Ciwanên ku li ber stranên Kurdî govend gerandine binçav kirine. Em hem wek Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn ya Wargeha Mexmûr van polîtîkayên dewleta Tirk yên nîjatperestiyê yên li ser gel û ciwanên me ku li Bakûrê Kurdistanê tê meşandin bi tundî şermezar dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar