Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jinan di pêşengtiya Meclisa Îştar de biryara rejîma Îranê ya darvekirina jinên rewşenbîr şermezar kirin.
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Meclisa Îştar de biryara darvekirina rêjîma Îranê ya di dîroka 4’ê Tîrmehê de li dijî parêzvanên mafê jin û çalkavan Paxşan Ezîzî û Şerîfe Muhamdedî girtî, bi daxuyaniyek şermezar kirin.
Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Enadama Rêveberiya Meclîsa Îştar Yasmîn Îşlek hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Komara Îranê ku sembola desthilatdariya zilamsalarî ya 5 hezar sale di her alî de li ser hebûn, ruh, beden û taybet ji li ser çanda jinê desthilatdariya xwe daye avakirin. Çi di pêvajoya dewletbûne de be çi jî di pêvajoya xwe ya komara îslamî de be ev dijminatiya xwe ya li hemberî jinê her tim berdewam kiriye. Her roja ku diçe bi rê û rêbazen cûdatir yên weke darvekirin, îşkence, tecrîd û qirkirina xwe rewa dike û destdirêjiye kûrtir dike.
Ev kiryanê komara Îranê ya li hemberî jinên şoreşger taybet tevgera azadiya Kurdistanê di asteng hîn jortir de û bi kiryarên tundtir serde çûyîn çêdibe. Niha di girtîgehên vê komara darvekirinê de bi sedan jinên hunermend, rewşenbîr û şoreşger dîltên girtin. Ji qedexeya li gel malbatan bigire heta birina bajarên dûr pêkanîna îşkenceyên derûnî û zayendî li ser van girtiyan didin pêkanîn. Ji Zeynep Celaliyan bigre heta Zehra ji Werîşe Mûradî heta jinên aktivîst û şoreşger bi cezayên darvekirinê re rûbirû ne. Herî dawî di Tirmreha 2024’an de ji bo aktîvîsta jin Şerîfe Muhemedî û parêzvanên mafê jin Pexşan Ezîzî cezayê darvekirinê hate birîn.
Em bang li tevahî jinên azadîxwaz dikin ku li hemberî van êrişên rejîma Îranê rabin ser xwe û têkoşîna xwe ya li hemberî qetilkirina jinan bilind bikin”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

0 Yorumlar