Ticker

10/recent/ticker-posts

PIRA MALA BADÊ

 


Pira Mala Badê weke ku ji navê wê jî tê fêmkirin, li ser navê Bad ê Dostik hatiye avakirin yê ku damezrênerê Dewleta Merwanî ye.

Bad an jî Baz di sala 991’an da, di şerê li gel Hemdaniyan pêk hatî de hatiye kuştin û xwarziyê wî Hesen ê Merwan ketiye şûna wî û sînorên dewleta xwe berfirehtir kiriye. Di dema Bad de, navê dewleta wî ne Merwanî ye, piştî Hesen ê Merwan navê dewletê dibe Merwanî. Lê siltanên Merwanî bapîrê xwe Bad ê mezin ji bîr nakin û di dema Ebû Nasir ê Merwanî de, vê pira bê hempa ya ku ji hêla mîmariyê ve li seranserê cîhanê nav û deng vedaye, li ser navê wî avadikin. Avakirina wê jî derdora salên 1040 û 1050’an de ye.

Hêjayî gotinê ye ku navê dewletê Merwanî ye, dibe ku ji hêla cîranên wan ve jî wiha hatibin binavkirin, lê malbata Merwanîyan di civaka Kurd de, wek “Mala Badê ” têne naskirin. Nivîsên ku li ser kevirên pirê hatine nivîsandin gelekin. Her desthilatdariyê navê siltanên xwe li ser danîne. Mînak; Artûkî, Selçûqî, Osmanî û hwd.

Di demên dawî de, di dema serhildana Sasûnê de generalên Tirk bixwe jî hin kevirên li wir derxistine û tûnekirine. Her wiha ji bo neyên xwendin, xirabkirine. Ev agahî di pirtûka Hasan Hişyar de bi berfirehî hatine nivîsandin.

Kurdistan di her hêlê de dewlemend û xwedî dîrokek kevnar e. Bi hezaran cihê dîrokî û kevr hene ku ti dîroka wan nehatî nivîsandin. Her wisa bi hezaran dîrokên me yên ku hatine nivîsandin, ji hêla dagirkerên Kurdistanê ve hatine tûnekirin. Bi wê ve girêdayî, her dem dîrokên me yên ku xwe li ser lingan hêlayî jî têne tûnekirin. Mînaka herî berbiçav, Heskîf û gola masiyan a Rihayê ye. Ji bo wê, divê em çand, dîrok û rastiya xwe biparzên.

Dîrok û çanda meye ku me dide jiyankirin. Ji bo wê biparêzin û binivîsin. Dîroka xwe binivîsin da ku netewa xwe biparêzî.

Yorum Gönder

0 Yorumlar