Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Wargeha Mexmûrê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin

Şêniyên wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz kirin û bang li tevahî karkeran kirin da ku bi ruhê 1’ê Gulanê xwedî li keda xwe derbikevin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kirin. Daxuyanî li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê, bi tevlîbûna dehan xebatkaran, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Daxuyanî ji aliyê xebatkara Şaredariyê Mexmûrê Jiyan Pûsat ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Li hemberî pergala dewlet-kedxwar a hezar salî, bi têgihiştin û ruhê 1’ê Gulanê em dakevin qadan û xwedî li îradeya xwe derbikevin. Em di kesayata şehîdên meha Gulanê de, hemu şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîrtînin. Ked û îrade, hebuna mirov e. Ked û hebuna civakê, dibin destê pergala desthilatdarde ev bi salane hatiye desteserkirin. Ji nava malê bigre, heta hemu sazî û dezgehên civakî, ji aliyê desthilatdaran ve hatine desteserkirin. Keda xwe xwedî derketin û parastin, vîna xwe parastine. Ango xwebûyîn jiyankirine. Li hember kedxwariyê Tevgera Azadiya Kurdistanê heta dawî têkoşîn daye û niha jî dide. Heya ku civak nebe xwedî îrade, nikare bibe xwedî hêza xwe rêvebirin û xwe parastinê.

Em ber bi hilbijartinek dîrokî ve diçin û hilweşandina dagirkerî û faşîzmê nêzîkbûye. Em bi kelecana serkeftina hilbijartinê, bi ruhê 1‘ê Gulanê dakevin qadan, faşîzmê hilweşînin. Keda mirov îradeya mirove, biparêzin xweseriya gelan ava bikin. Bi vê boneyê em cejna kedkarên cîhanê li mîmarê azadiyê Rêber Apo, cangoriyên azadiyê, gerîlayên azadiyê û tevahî karkeran pîroz dikin.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘1’ê Gulanê li Rêber pîroz be’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar