Saziya Karkeran a Wargeha Mexmûrê: “Ji bo jiyanek azad û wekhev, di 1’ê Gulanê de dakevin kolanan û daxwaza azadiya fizîkî ya Reber Apo bikin.”
Armanc Herekol
Saziya Karkeran a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxunayek nivîskî 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê pîrozkirin û bang li tevahî karkeran kirin da ku di 1’ê Gulanê de dakevin kolanan û daxwaza azadiya fizîkî ya Reber Apo bikin.
Daxuyanî wiha
ye:
“1’ê Gulanê cejna kedkar û karkeran
pîroz be. Di serî de em hemû şehîdên heyva Gulanê bi bîrtînin û bejna xwe li
ber keda wan ditewînin. Kedkar û karker bi ked û xwêhdana xwe cîhanê dixemilînin.
Li rûxmê wê keda pîroz jî, karker rastî gelek bêmafîyan tên. Karker gelek demjimêrên
zêde kar dikin, lê wek keda xwe, pereyan nagirin. Her wiha bi hêsanî ji kar tên
avêtin û dûrxistin. Di cîhanê de bi taybet li Rojhilata Navîn, partiya ku li
çîna karkeran xwedî derdikeve PKK ye. Ger îro li Rojhilata Navîn û gelek
dewletên Ewropayê, karker û kedkar dikarin bi awayek hêsanî roja 1’ê Gulanê
pîroz bikin, ev bi saya fikrên Rêber Apo ye.
Em wek karkerên Mexmûrê, bi fikir û
ramanên Rêber Apo, xwedî li roja 1’ê Gulanê derdikevin û pîroz dikin. Wek tê
zanîn, bi destê dewleta Tirk-PDK’ê rêgiriyek li ser Wargeha Mexmûrê heye, karkerên
me nikarin li Herêma Kurdistanê karbikin. Armanca PDK’ê ewe ku xelkê me yê
wargehê birçî bihêle û neçarî xwe bikin. Ji bo vê armanca xwe, tevahî karkerên
wargehê ji kar avêtin û ji Herêma Kurdistanê derxistin. Lê belê karkerên
wargehê bi fikir û felsefeya Rêber Apo û bi ruhê Hakî Karer’an ev armanca wan
vala derxistin. Karkerên me ji bo ku neçarî PDK’ê û bi taybet mala Barzanî
nebin, berê xwe dane Mûsil, Bexda, Kerbela û hwd. Li bajarên Iraqê dest bi kar kirine.
Ew komploya ku AKP û PDK’ê dabûn destpêkirin, hate vala derxistin. Jin û ciwanên
Mexmûrê gotin; em bi felsefeya Rêber Apo mezin bûne, em bi ti awayi vîna xwe
radestî xiyanetkar û dagirkeran nakin.
Wekî karkerên wargehê, bi çûyîna
karê ji der ve re, me gelek bedelên giran dane. Gelek zarok sêwî man û gelek
ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Di pêvajoya penaberiyê de, tenê ji bo çûyîna
kar û dema li ser kar, nêzî 40 karkeran jiyana xwe dest dane. Em wek saziya
karkeran tevahî karkerên ku jiyana xwe destdane bi bîrtinin. Em bang li tavahî
karkeran dikin, ji bo ku ev bê mafî, zilm û zorî li ser me rabe, divê Rêber Apo
bi awayekî fizîkî azad bibe. Ji bo wê em wek karker, di 1’ê Gulanê de dakevin
kolanan û daxwaza azadiya Reber Apo ya fizîkî bikin.”
0 Yorumlar