Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver: “Êrişên li Dihok, Silêmanî, Mexmûr û Şengalê rû didin, di encama tifaqa MÎT-Parastinê de çêdibin. Rolê PDK’ê di van êrişan de, hevkarî ye û ya Iraqê jî çavgirtine.”
Armanc Herekol
Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Unver, têkildarî êrişên MÎT-Parastinê axivî û diyar kir ku PDK hevkarê van êrişane û Iraq jî çavên xwe ji van êrişan re digire.
‘Mala Barzanî Başûr xistiye di bin destê MÎT’ê
de’
‘Yê bi MÎT’ê re di nava tifaqan de, Barzanî ne’
Bêwar Unver da zanîn ku Barzanî bi MÎT’ê re di
nava tifaqekî de ye û wiha pêde çû: “Ji xwe her tifaqekî li ser esasê
xwegihadina hinek armancan e. Armanca vê tifaqê jî, ji holê rakirina Kurdên azad
e, ji navbirina nasname, ziman û çanda netewa Kurde. Ji ber ku dewleta Tirk vê yekê
her roj dibêje û înkar nake. Yan wê Kurdekî mirî be, an jî wê nebe. Yê bi MÎT’ê
re di nava tifaqan de, Barzanî ne. Niha li cîhanê yê herî zêde êrişî nirx û
destkeftiyên gelê Kurd dike, dewleta Tirk e. Ji bo wê, ev êrişên li Dihok,
Silêmanî, Mexmûr û Şengalê rû didin, di encama vê tifaqê de çêdibin.”
‘Sîxûrtiyê li wan didin ferzkirin’
Unver di dewama axaftinên xwe de bal kişand li ser êrişên MÎT-Parastinê yên li dijî welatparêzan û wiha axivî: “Dewleta Tirk di 2015’an de qirkirinek li Bakurê Kurdistanê dabû destpêkirin. Bi sedan xebatkar û welatparêz, di bodruman de şewitandin. Bi hezaran kes dîlgirtin û gelek jî penaber bûn. Yên çûyîn derveyî welat hebûn û gelek jî hatin Başûrê Kurdistanê. Yek ji wan welatparêzan, Hûseyîn Turelî bû. Piraniya wan kesên ku penaberî Başûr bûne ji aliyê PDK’ê ve tên girtin û rastî her cure heqereta tên. Her wiha sîxûrtiyê li wan didin ferzkirin. Dema ku qebul nakin yan radestî dewleta Tirk dikin, an jî tên qetilkirin. Ji ber wê yekê, ev êrişên wisa plankirî ne.”
‘PDK hevkare, Iraq kor e’
Herî dawî Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve
ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver da diyarkirin ku yên herî zêde bûyîn qurbanê van
êrişên PDK-MÎT’ê, xelkê Mexmûrê ye û wiha axaftinên xwe domand: “Gelê Mexmûrê dijminên
xwe baş nas dike. Rêbaza valaderxistina êrişan jî hertim bi sekin, îrade û bi
yekgirtina xwe pêk aniye. Niha jî heman seknê raber dikin. Rolê PDK’ê di van
êrişan de hevkarî ye û ya Iraqê jî çavgirtine.”
0 Yorumlar