Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 3. Turnûvaya Futbolê ya Pîremêran destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) de 3. Turnûvaya Pîremîran hat despêkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) de 3. Turnûvaya Pîremîran hat despêkirin.

Turnûva bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û piştî wê ji aliyê lîstikvan Ezîz Batman ve axaftina vekirinê hat kirin.

Ezîz di destpêka axaftinên xwe de turnûva diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî cangoriyên azadiyê kir û wiha axivî: “Em di vê heyva pîroz de, tevahî cangoriyên azadiyê bibîr tînin û bejna xwe di ber keda wan de ditewînin. Em vê lîstikê diyarî tevahî cangoriyan dikin. Ev futbola pîremêran, bûye çandek ya me û me xwest em îsal jî vê çandê bidin berdewam kirin. Bi boneya aktivîteyên wisa, gelê me kêfxweş dibin. Em ji tevahî tîman re serkeftinê dixwazin.”

Piştî axaftina vekirinê tîma Şehîd Ebûzêd û tîma Şehîd Dilxwaz, hatin beramberî hev. Leyîstok bi serketina tîma Şehîd Ebûzêd 6/2 bi dawî bû.



Yorum Gönder

0 Yorumlar