Ticker

10/recent/ticker-posts

Meclîsa Îştar a Mexmûrê pirştgirî da pêngava KJK’ê

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştar piştgiriya xwe ya ji bo pêngava KJK’ê ya bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve’ destnîşan kirin.

Duh êvarî xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengiya Meclîsa Îştar piştgiriya xwe ya ji bo pêngava KJK’ê ya bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve’ destnîşan kirin. Xelkê wargehê a li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û destpêkê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn axivî.

Nûran Sezgîn di destpêka azaftina xwe de behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Eger îro Kurd di qadan de qêrîn dike û dibêje em azadiya Serokê xwe dixwazin, heta Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe jiyan ji me re nine, wê ev dîkdator teqez bikeve. Wek xelkê wargeha Şehîd Rustem Cûdî banga me ji hemû gelê ku dengê xwe bi kar bîne re ewe divê bi hizra ku bêjin divê Erdogan binbikeve wisa biçin ser sindoqan. Her wiha em jî wek Wargeha Mexmûr piştgirî didin pêngava KJK’ê ya bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi soreşa jinê ve” dayî destpêkirin. Di rojên pêş de wê çalakiyên me wê li ser vê pêngavê werin meşandin.”

Piştî axaftina Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn nota hevdîtinê ya Rêber Ocalab ku di 02.03-2020’an de hatibû, ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar, Xurbet Îşlek ve hat xwendin.

Piştî xwendina nota hevdîtina Rêber Ocalan, dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar