Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di 12’ê Nîsanê de ji ber baran û teyrokê lêhî rabû. Av ket di hindirê gelek xanî û govan de.
Ji roja destpêkê heta niha Şaredariya Wargeha Mexmûrê tevî bê derfetiyan jî xizmetguzariyê didomîne û niha kanalên avê ku lehiyê xirab kiribûn ji nu ve çêdikin.
0 Yorumlar