Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê operasyon û binçavkirinên li Bakurê Kurdistanê ya li dijî, parêzer siyasetmedar û hunermendan bi tûndî hate şermezarkirin.
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) qirkirinên siyasî yên duh li Bakurê Kurdistanê ku di encamê de 126 kes hatin dîlgirtin bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara axivî.
Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de girtin û qirkirinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê deweta Tirk a dagirker ve tê pêkanîn şermezar kir û wiha got: “Em ji girtinên duh li Bakurê Kurdistanê pêkhatîn ne xerîbin. Her ku Kurd dibin îrade û baweriya wan çêdibe ev girtin zêdetir dibin. Pêwîste Kurd ji vê yekê hêzê bigirin û hêrsa xwe ya li hember vê dagikeriyê nîşan bikin. Ji bo ku em bikaribin vê faşîzmê bişkînin divê tişta ji destê me tê em bikin. Pêwîste li Kurdistan û derveyî Kurdistanê em li hember vê dagirkeriyê bibin xwedî îrade û vê faşîzêm hilweşînin. Rêya vê jî berxwedan û şopandan felsefeya Rêber Apo ye. Em bang li gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê dikin di hilbijartinên demê pêş de bersiva pêwîst ji bo dijmin were dayîn. Emê bi fikir û felsefeya Rêber Apo di hilbijartinên de lingê dagirkeriyê bişkînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
0 Yorumlar