Erdheja ku di 6’ê Sibatê de li Kurdistan, Suriye û Tirkiyê pêkhatî, rûyî pergala heyî ya qirker bi awayekî şênber nîşanî gelên ku li cîhê erdhejê dijîn û hemû cîhanê da. Ev ne cara yekemîne ku pergala qapîtalîst bi rûyê xwe yê esasî ve derdikeve ber çavê mirovahiyê. Berî vê erdhejê pêvajoya nexweşiya korona jî vê pergalê bi rastiya wê ve raxist ber çavan. Dîsa li ser esasê cih û warên ku tenê kare hatine avakirin û bûne cihê jiyane, tê dîtin ku çawa li ber lehiyan diçin û dibin sedema komkujiyan. Wekî van bûyeran bi sedan tişt hene ji ber ku li gorî rêgezên xweza û civakê nehatine pêkanîn li şûna ku bikeve xizmeta mirovahîyê, bi serê mirovahiyê de wekî bela hatiye. Helbet ev bela bixwe jî ji bo ku sîstema kapîtalîst xwe li ser bi kok bike û bimeşîne ji xwe re dizivirîne amûrên bê hempa.
Di
erdheja li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de her çiqas li gorî hejmarên fermî yê
dewletê hejmarek pir mezin a nêzî 50 hezar kesî bê parvekirin jî, hejmara rastî
ji vê jî gelek zêdetire. Desthilata AKP ya ku berpirsê vê komkujiya bi serê
gelan de hatî li şûna hesap bide, dixwaze hesap bipirse. Ev tiştek awarte nîne.
Ji ber desthilatdarî û zordestiyê ji kurahiya dîrokê heta niha bi tepisandinê
xwe meşrû kiriye, bi tirsandina beranberî xwe, xwe daye meşandin.
Tifaqa
AKP-MHP ya faşîst ku îro li ser desthilatê ye ji roja destpêka erdhejê heta
niha di nav hesabên, erdhejê kirina xizmeta dirêjkirina desthilatdariya xwe de
ye. Ji ber wê jî di her axaftina xwe de Erdogan û Baxçelî di tehdît, şantaj û
heqaretan de sînoran nasnakin. Di encama
van axaftina de jî mirov li kolanan ji alî hêzên ewlekariya dewletê ve bi
êşkenceyê tên qetilkirin. Herçiqas vê erdhejê piropagandaya yekperest-faşîst ya
desthilatê vala derxistibe û mozaîkê gel û baweriyan li beranberî zextên desthilatdariyê di alîkariya erdhejê
de bi rêk û pêk tevgeriyabe jî, ji bo valaderxistina vêya wê ji aliyê
desthilatdariyê ve hertişt bê kirin.
Di
encama erdhejê de hejmarek evqas mezin mirov di bin xirbeyên xaniyan de jiyana
xwe ji dest dan, birîndar bûn. Lê sedema van widahiyan ne erdheje, sedema wî
pêwistiyek mirovan a esasî ya bicihbûyînê li ser esasê rant û kare
pêşkeşkirine. Esasê ku rant-kar bikeve
dewrê, wijdan û exlaq li holê namîne. Qanûn jî li gorî bedelan diguherin û
vediguherin. Wekî encam jî rewşa Hatay,
Maraş, Dîlok, Semsûr û çend bajarên din ê erdhejê derdikeve.
Desthilatdariya
AKP-MHP li gorî şert û mercên berî erdhejê zelalî xuya dikir ku ewê hilweşe.
Erdhejê di rewşa heyî de ji holê rabûna vê desthilatdariyê hîn zelaltir kir. Lê
belê li Rojhilata Navîn yek mînaka wî tûneye ku dîkdatorek bi rê û rêbazên
qanûnî ji holê rabûbe. Di van şert û mercan de bi hilbijartinê desthilatdariya
heyî birûxe û dawî li dîkdatoriya Erdogan were, ewê li Rojhilata Navîn rûdanek
nû çêbibe! Di encama desthilatdariya dîkdatorî de çiqas êş hatibin kişandin,
bedel hatibin dayîn û hêrs û kîna gel ya mezin çêbûyîbe jî bendewariya tenê bi
hilbijartinê re ji vê desthilatdariya faşîst xilasbûyînê re xeyalekî xave. Ewê
vê erdhejê jî ji xwe re bikin amûr û di ser cenazeyên hezaran mirovan de ji
derveyî exlaqê mirivahiyê bixwazin xwe ji nûde bikin desthilatê welat. Ji bo wî
jî ewê serî li her rê û rêbazên rezîl-ketî, faşîst-qirker û tûndirew bidin.
Vê
dîkdatoriyê ji bo xwe rake ser piyan ji siyasetek desthilat, ezê-ezê, qapîtalîst û li ser esasê civakek nefikire
avabike tirs û xofek derveyî exlaqê mirovahiyê meşandiye û xwe avakiriye. Ev
dîkdatorî çiqas mezin bûye û bûye pergal, civak jî ewqas valabûye û biçûk bûye.
Bedela dewlemendbûyîna vê zûmreya ku derketî jî wekî di erdhejê de şênber
diyare gelê hejar ne tenê bi malê xwe bi canê xwe jî dide. Ji bo dawî li vê
yekê were divê rêbazên ku vê pergala
qirker bikar aniye vala werin derxistin. Rêya wî jî di destpêkê de tirsa ku
avakirine bişkênin û bi xwe rêxistinkirinek xwecihî ya ne navendî re rabin ser
piyan. Ji pergala demookratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku Rêber Apo ji bo
jiyanek mirovî li beranberî pergala qapîtalîst a koledar avakirî sûd bigrin. Bi
avakirina civaka polîtîk-exlaqî re xwe bighînin xwe. Wekî di rewşa erdhejê de
jî derket bendewarî tûcarî me rizgar nake, hêza me ji rizgarî û azadiya me
bigire têra hemû mirovahiyê jî dike….
.jpg)
0 Yorumlar