Ticker

10/recent/ticker-posts

Armanc guhertina demokrafiya herêmê ye

Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Herêma Firatê, Fewza Ebdê diyar kir ku bi vê erdhejê re rûyê rasteqînî yên dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan raxist berçavan û wiha got: “Tişta ku ji vê jî diyar dibe, dewlet hemû derfetên xwe yên aborî ji bo tinekirina Kurdan bikartîne.”

Jiyan Pîran

Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Herêma Firatê, Fewza Ebdê têkildarî êrişên dewleta Tirk yên di pêvajoya erdheja li ser Herêmên Başûrê Rojhilatê Sûriyê çêbûyîn de bersiva pirsên rojnameya me da û wiha got: “Armanca dewleta Tirk valakirina gel ya ji herêmên Rêvberiya xweser û guhertina demokrafiya herêmê ye.”  

-Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmên Rêvberiya Xweser, çi armanc dike?

Dewleta Tirk ji sala 2011’an heta niha dagirkirina Sûriyê armanc dike û dixweze bi vê yekê sînorê xwe yê Mîsaqî milî pêkbîne. Hebûna Rêvberiya Xweser ji bo dewleta Tirk astengiyek mezine. Em dikarin bêjin di nava van salên dawî de heta astekê dewleta Tirk Herêmên Başûrê Rojhilatê Sûriyê dagirkir û çeteyên xwe di nav de bicihkir. Ji bo dagirkirina herêmê bi rêbazên leşkerî, siyasî, şerê taybet û derûnî êrişên xwe li ser gelê herêmê pêktîne. Ger êriş jî neke bi gefan dixwazin îradeya gelê herêmê teslîm bigrin û di aliyê derûnî de tirsê di nava wan de zêde bikin. Rojane bi topan û balafirên bê mirov êrişên hewayî pêktîne û gefên êrişên bejayî jî dikin. Her wiha bi rêya siyasetê dixwaze hemû rê û rêbarên aboriyê li Rêvberiya Xweser bigrin. Hemû hevdîtin û îtifaqên dewleta Tirk li ser bingehê rêgiriya deriyên sînor yên Rêveberiya Xweser tên pêkanîn. Ji ber vê jî Rojava di nava dorpêçek ya aborî de ye. Armanca dewleta Tirk valakirina gel ya ji herêmên Rêveberiya Xweser û guhertina demokrafiya herêmê ye.

-Çima dewleta Tirk rûxmê erdhejê jî êrişên xwe li ser Herêmên Başûrê Rojhilatê Sûriyê berdewam dike?

Li Bakurê Kuridisatanê û Tirkiyê di encamê erdhejê de gel ji nîvê zêdetir di nav çadiran de jiyan dike. Dewleta Tirk di van şert û mercên giran yên erdhejê de jî ku hîna bi hezaran welatiyên wan di bin kavilan de mane gelê xwe rizgar nake, berovajî vê êrişê Herêmên Başûrê Rojhilatê Sûriyê dike. Li cihê ku gelê xwe ji vê karasta xwezayî bi parêze, derfetên di destê xwe de ji bo qirkirina gelê Başûrê Rojhilatê Sûriyê bikartîne. Her roj bi SIHA’ êrişê Rojavayê Kurdistanê dike. Tişta ku ji vê jî diyar dibe dewlet hemû derfetên xwe yên aborî ji bo tinekirina Kurdan bikartîne. Niha jî ji bo bikaribe carek din bibe desthilatdar kar û xebat dike. Rûxmê vê erdhejê jî berjewendiyên xwe yên hilbijatirnê di fikire. Wek tê zanîn li vir jî erdhejek çêbû, xelkê vêderê jî wek yê Bakur ji tirsan nikarin biçin di malên xwe de. Di vê li vêderê jî agahiya gelê me ji guhertina demokrafîk hebe, ji ber ku dixwazin gelê me dîsan bêxin kampan û di bin konan de.

-Helwesta gelê Kurd ya li hember van êrişan divê çawa be?

Her wiha dixwazin gel ji çanda xwe ya civakî ya resen dûrbikeve, ji bo wê jî divê agahiya gelê me ji van rewşan hebe û xwedî li resentiya xwe derbikevin ku em bikaribin bibin xwedî dîrok. Gelê me jî li vê derê, pêwîste bikaribe ji hev derbixe di nava vê rewşa siyasî de ka kî li vî gelî dinêre, kî xizmet dike û kî jî siyaseta xwe li ser dimeşîne em bizanibin. Jixwe ev propagandaya hilbijartinê ne ji bo berjewendiyên gel e û nediyare ka heta kuderê xizmeta gel dike. Hertim li ser pişta me hilbijartinên xwe dikin, kengê gihiştin armancên xwe jî, vîna vî gelî nasnakin yanî vî gelî ji xwe re bikartînîn. Eger gelekî xwedî doz be, xwedî armanc be divê êdî bi hilbijartinan neyê xapandin û ev bibe xapandina dawî.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar