Hefteya borî me di xetên stûr de ji bo jinê, çima û çawa bîrdozî me hinekî vekirîbû. Niha jî em bi hev re li ser rêgeza yekemîn, Welatparêziyê bisekinin.
Rêber
Ocelan bixwe di axaftina xwe de ji bo rêgeza welatparêziyê wiha gotiye: “Ger dê
Kurdistan bibe mijara gotinê yan jî ger em bibêjin di axên dayîk de jiyan a
herî xweşik e, beriya her tiştî bîrdoziya jinê bê ax nabe. Heta vebûna axê ji
çandinî û hilberînê jî, hinekî bi hûnera jinê ve girêdayî ye. Tê wê wateyê ku
rêgeza yekemîn a bîrdoziya jinê, li axên lê ji dayîkbûye jiyankirine. Ango
rêgeza yekemîn bi gotina rojane ve welatparêzî ye.”
Welatparêzî
çima rêgeza yekemîn a Bîrdoziya Rizgariya Jinê be? Gelo girêdana azadî û
welatparêziyê çiye? Ji bo me jinan bersiva van herdu pirsan girîng e.
Di
roja me ya îro de ji aliyê dewlet-netewe ve naveroka têgeha welatparêziyê hatiye
valakirin. Vê li gorî berjewendiyên xwe bikartîne. Lê beriya dewlet-netewe û
heta beriya forma netewê jî girêdanek me jinan û axên em lê jidayîkbûne, her
hebûye. Mane şoreşa yekemîn a mirovahiyê weke şoreşa gund û çandiniyê li van
axan pêşketiye? Mane xwediyê vê şoreşê jî civaka bi pêşengiya jinê ye?
Çanda
bihezaran salan a li Mezopotamya, a li binarên Toros-Zagrosan, berhema girêdana
navbera jin û axê ye. Weke jin bi nasnameya xwe ya resen me rehên jiyana xwe
berdane nava dil û warên xwe. Me jiyana herî xweş û xweşik, jiyana xwezayî li
ser van axan geş kiriye. Me hebûna xwe bi axên xwe naskiriye. Ji ber ax jî weke
me jinan dayîke û jiyanê diafirîne. Yê me kiriye em, ev erdnîgarî, dîrok û
çanda li welatê me ye. Lewma me zûtir ji zimanê hev fêmkir û dest bi çandinî û
hilberînê kir. Ji bo berdewamiya jiyanê me hevaltî bi hev re kir û bi qasî dayîkên
xwe yên pîroz, her ji axên xwe jî hezkir.
Welatparêzî;
koka wateya jiyanê ye, her wiha hezkirina te ya ax û jiyana li ser vê axê ye,
modernîteya kapîtalîst jî pir zêde êrişî vê têgehê dike. Ev êriş bi êrişa
yekemîn a li ser jinê destpêkiriye û heta roja me ya îro jî weke bîrdoziya
netewperestiyê tê bikaranîn. Bi hestên sexte yê xwedî li welat derketinê,
erdnîgariyan û jiyana mirovan tev kavil dikin. Welatparêzî weke naskirina kokên
xwe û çavkaniya hezkirinê çawa dikare bibe bingehê red û înkaran? Li vir ji
parêziyê derdikeve û dibe parastin. Her tişteke bê parastin di wir de
zêdekirinek heye û ji asayîbûna xwe dûr dikeve. Tevî ku divê welatparêzî haleke
xwezayî ya jiyana mirov û civakan be jî, lê pir bi taybetî tê sorkirin.
Jixwe
di hişê me yê civaka xwezayî de xerîbiya herî mezin dûrketina ji welat e.
Mirovek û bi taybet jinek ne li warên xwe be, weke guleke çilmisiye û hertim tişteke
jê nîvçe heye. Hezkirina me ya welat ne li gorî
feraseta netewperestiyê ye. Ji ber di zanebûna me ya welat de ax, ziman, çand,
dîrok, jiyan, ked û hezkirin tev di nava hev de hatine hûnandin. Yek ji van
nebe, ya din ji bo xwe temam bike lê digere. Bi hev re bûyîna van jî azadî
bixwe ye.
Di
heman demê de Rêbertî di dahûrandineke cuda de wiha dibêje; “Yek ji xalên herî
bingehîn ên welatparêziya min pêşxist jî, jin bû.” Di vir de jin weke pêşxerê
welatparêziyê hatiye nirxandin. Mirov careke din girêdan û pêdîviya bi hev a
jin û welatparêziyê dibîne. Jixwe Rêbertî jin û welat weke du têgeh û heqîqetên
gelekî nêzîkî hev û heta wekî hev nirxandiye. Bi awayeke herî şênber jî Azadiya
jinê weke azadiya Kurdistanê dîtiye. Hebûna yekê wate daye ya din. Nebûna yekê
jî ji xwe bi ya din daye wendakirin. Em ji dîrokê dizanin dema jin hate
bindestkirin welat jî ji dest çû. Dema welat nebû, jixwe bi navê jinê jî qet
tiştek nemabû.
Divê
weke jin em zanebûn û piratîka xwe ya welatparêziyê xurt bikin. Welatparêzî ne
tişteke hêsan û ji rêzê ye. Ji ber welatparêzî ne tenê rewşeke hestî yê pasîf e,
ne tenê karê dilxwestinê ye. Dema mirov ji xwe re bêje ez welatparêzim, erkên girîng
jî datîne pêşiya xwe. Hêz û wizeya xebata azadiyê bi mirov
re ava dike. Mirovan dixe nava liv û tevgera vegera li xwe. Ger ev hêz û xebat
bi mirov re nebe, divê em welatparêziya xwe jî li ber çavan re derbasbikin.
Di
rewşeke ku welatê me Kurdistan di bin êrişên dagirkerî û qirkirinê de ye, welatparêzî
pêwîstiyeke hîn dijwartir e. Çawa bi hezkirina axên xwe me şoreşa yekemîn a
mirovahiyê avakir, emê bi welatparêziyê bingehê şoreşa xwe ya duyemîn a azadiya
jin û civakê jî geş bikin.
JIYAN
ARAS

0 Yorumlar