Ma mirov
dikare ji Kurdistanê be û ji van axan dûr bijî? Gelên van xakên ku ji kûrahiya
dîrokê hatine bişaftin her tim zanîne bi girêdanbûyîna axa xwe bijîn.
Gelê herêma
Botan ê jî her tim axa xwe parastiye û xwedî çanda xwe derketine. Taybetmendiya
gelên Botanê bi afirandina kevneşopiya jiyanê, ji berxwedanê wêdetir bi çandeke
xweser jiyaye û weke şêniyên resen ên dîrokê cihê xwe girtiye. Botan di dîrokê
de li dijî zaliman bûye kelha berxwedaniyê. Gelê Botanê bi îradeya xwe mezin bû
û li dora Rêbertiya xwe veguherî xelekeke mezin, hêza xwe li têkoşîna xwe zêde
kir. Gelê Botanê ne tenê bi serhildanên xwe yên mezin polîtîkayên qirêj ên
dijmin têk bir, her wiha tevger û ruhê serhildanê roj bi roj mezin kir. Rêheval
Ebdulhekîm Balkan bi nasnav Şervan jî di nav heqîqet û rastiyeke wiha de li gundê
Dêrşew a girêdayî Gabarê çavê xwe li cîhanê vedike. Li gund dibistan heta
sereteyî dixwîne. Di dersê xwe de her tim pileya yekemîntî bidestdixe. Di nav
malbatê de zarokek jîr û bi tevger bû. Di demekî ku êrişên dijmin zêde dibe, rêheval
Şervan û malbata xwe her çendî neçar dimînin ku Gabarê biterikînin li Cizîrê bi
cih bibin jî, lê êrişê dijmin li ser hestên wî yên welatparêziyê bandor nekir û
dizanibû ku van hestan çawa bi cih bîne. Ji bo têkoşîna xwe bilintir bike erka
mîlîstiyê hildide li ser milê xwe. Rêheval Şervan li Cizîrê bi pêşengên
mîlîtanên wê serdemê Bêrîvan Agal û Adil Aslan re beşdarî pir çalakiyan dibe.
Ev salên ku têkoşîna neteweyî ya demokratîk bilind dibe. Dijmin jî di hêlekî de
bi dijwarî êrişê çiyayên azad dike û di hêla din de jî dest bi komkujiya Şirnexê
dike û komkujiya mîlîsan ji bo xwe dixe armanc. Rêheval Şervan bi malbata xwe re
neçar dimîne û diçe Zaxoyê bi cih dibe. Li Zaxo jî wekî milîsekî têkoşîna xwe berdewam
dike.
Rêheval
Şervan erka milîstiyê ji bo têkoşîna xwe
ya mafdar têrê nabîne û divê li dijî
koletî, zilim û mêtingeriyê têkoşîna xwe li çiyayên azad de bigihîne lutkeya
herî jor û bibe hêviyên gelên mazlum. Ji
ber vî yekê di sala 1992’an de berê xwe dide çiyayên azad. Di demek kin de di
nava rêxistênê de bi kesayetiya xwe ya fedekar, di dilê her kesî de heskirinek
avakir û bû xwedî têkoşînek bê hempa. Rêhevalê Şervan bi kesayeta xwe ya
gihîştî, mitewazî, li qadên ku lê dixebite, di nava heval û hogirên xwe de her
tim bu mînakek berbiçev. Di piratîkên herî dijwar de jî xwedî taybetmendiyeke
ku ji feraseta erk û berpirsyariyê tawîz neda û vê yekê bi awayekî herî baş di
piratîkê de bi cih anî. Weke hevalekî ku di fedakarî û westanê de sînoran
nasnake dihat naskirin û her tim wiha dihat bibîranîn. Rêheval Şervan bi hemû
taybetmendiyên xwe yên bedew û cuda, bi kîn û hêrsa xwe ya li hember dijmin
dihat naskirin. Kîn û hêrsa ku li hember dijmin hebû, cesareteke mezin jêre
çêkiribû. Ev cesaret ewqas mezin bû ku dijmin xistibû nava tirsê û bawerî dida
hevalên ku pêre bûn.
Rêheval
Şervan di gelek qadan de ma û herî dawiyê gerîlatiya xwe li Garzanê berdewam
dike. Belê Kurdê ku hevkariya dijmênê xwe dike û xiyaneta wî ya ku ji dîrokê
tê, wê carek din li ser kar bûya. Rêheval Şervan di sala 1997’an de dema diçe
hevdîtinê, di rê de dikeve kemîna Kurdê xiyanetkar
û digihije karwanên nemiran.
Stêrkek, di
nava sitêrkan de ya herî geş dişemitî, her ku dişemitî tîrêj û şewqa xwe belav
dikir di nav pelên dîrokê de.
.jpg)
0 Yorumlar