Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê bi meşekî girseyî 8’ê Adarê hate pîroz kirin

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek girseyî li darxistin. Jinan di meşê de bal kişand li ser azadiya jinê û dan zanîn ku tekane rêya azadiya jinê, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, meşek girseyî li darxistin. Meş li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan bi kombûna gel û hatina xwendevanan re destpê kir.

Girseya gel di nava wargehê de meşiyan û hatin Navenda Çand û Huner a Mexmûrê. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KJK, KCK, PKK, PAJK û wêneyên şehîdên Tevgera Jin hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bimre Faşîzm’ hatin berzkirin. Li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê gel Endama Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek axivî û di destpêka axaftinên xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: “Di kesayeta Şehîd Sara, Rojbîn, Ronahî û Evînan de em 8’ê Adarê li we tevan pîroz dikin. 8’ê Adarê li tevahî şehîdan, jinên mexdûr ên erdhejê û tevahî jinên welatparêz pîroz be. Rêber Apo 8’ê Adarê diyarî me kiriye. Ji bo wê, 8’ê Adarê ji bo me pir bi nirx û pîroz e. Ji ber ku îro bi saya Rêber Apo jinan xwe bi rêxistin kirine. Tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo didin meşandin û em wek jin li dijî vê tecrîdê ne. Ji fikrên azad ên azadîxwaziya jinê yên Rêber Apo ditirsin. Em wek jin bûne xwedî vîn û zanist. Wê sîstema dagirker û dijminên jinan, birûxe û wê jin bi fikrên Rêber Apo xwe azad bike.”

Her wiha li ser navê koma 17’an a çalakiya greva birçîbûnê Sûltan Yildiztan axivî û diyarkir ku wan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî anîne û got: “Wek çalakvanên çalakiya greva birçîbûnê me ji 1’ê Sibatê ve çalakiyek a greva birçîbûnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da bû destpêkirin û me diyar kiribû ku wê heta 8’ê Adarê çalakiya me berdewam bike. Ji bo vê jî îro em dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê tînin û emê bi çalakiyên cûda cûda têkoşîna dijî tecrîda li ser Rêber Apo bidin berdewam kirin. Em jî wek çalakvan, 8’ê Adarê li Rêber Apo, şehîd û tevahî jinên welatparêz pîroz dikin. 8’ê Adarê wateya jiyana azad e. Bi vê boneyê em dizanin ku tekane rêya azadiya jinê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em dûbare 8’ê Adarê li Dayîka Emîne Şenyaşar, şervanên YJA-STAR û tevahî jinên şoreşger pîroz dikin.”

Piştî axaftinan ji aliyê Meclîsa Îştar ve gul ji bo çalakvanên di greva birçîbûnê de ne hatin dayî û dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Jinan’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar