Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Fermandarên Dêrsimê Yaşar, Arjîn û Şevger hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fermandarê Eyaleta Dêrsimê Yaşar Botan li gel du endamên Fermandariya Eyaleta Dêrsimê Arjîn Sarya û Şevger Semsûr ku di demên cûda de şehîd bibûn, bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarê Eyaleta Dêrsimê Yaşar Botan li gel du endamên Fermandariya Eyaleta Dêrsimê Arjîn Sarya û Şevger Semsûr ku di demên cuda de şehîd bibûn, bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn. Merasîm bi tevlîbûna şêniyên wargehê, li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nasnameya şehîd Yaşar Botan hat xwendin, piştî xwendina nasnameyê li ser navê şêniyên wargeha Mexmûrê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara axivî.

Yusif Kara di destpêka axaftina xwe de, di kesayetên şehîd Yaşar Botan, Arjîn Sarya û Şevger Semsûr de hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Şehîd Yaşar Botan bi şerekî bê hempa li berxweda û bê dudilî heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û derbên giran li dijmin da. Bi vê boneyê em soz didin ew ala ku we di nîvî de hiştî, xeyal û armancên ku di nîvî de mayî emê heta serkeftinê bidomînin. Di serî de dibêjin bila serê Rêber Apo, malbata hêja, hevalên ku di çeperan de li ber xwe didin û serê tevahî gelê Kurd yê xwedî şeref û keramet saxbe.”

Piştre bavê şehîd, Mehmût Manak di serî de xêrhatina gelê amade kir û hestên xwe wiha anî ziman: “Yaşar ne tenê kurê malbatê bû, kurê we teva bû, kurê Dêrsimê bû, kurê Botanê bû. Ji bo wê destpêkê serê Serokatî, serê rêhevalên wî û serê tevahî gelê Kurdê azadîxwaz saxbe.”

Her wiha birayê şehîd, Xebat Manak jî têkildarî têkoşîna şehîd Yaşar axivî û ev tişt got: “Bi rastî jî hinek caran bi peyvan pênaseya hinek bûyeran nayê kirin, rewşa me ya niha heman tiştî îfade dike. Her şehadetên ku tên jiyîn, nirxên xwe yên pir giranbiha hene. Dibêjin dîrok li beramberî jibîrkirinê şereke, bi rastî jî wisaye. Ji bo wê jî divê yên weke Yaşar û yên weke rêhevalên wî neyên ji bîrkirin, divê em binivîsin û bînin ziman.”

Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar