Qeyrana aborî ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê bandor li kesên ku sewalan xwedî dikin, kiriye. Ciwanê bi navê Zinar Pîran ku li Wargeha Memxûrê ev bi salane sewalan xwedî dike dibêje: “Ji ber erzanbûna sewalan û bihabûna alif, sewalên me di destê me de mane.”
Armanc
Herekol
Iraq
û Başûrê Kurdistanê ev demek dirêje di bin qeyrana aborî de ye. Mixabin ev
qeyrana aborî bandor li sewalvaniyê jî kiriye. Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd
Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo xwe neçarî ji derve nekin û çanda Kurdewarî biparêzin,
ev bi salanin karê çandinî û xwedîkirina sewalan dikin. Lê mixabin sewalvanên
Mexmûrê jî ji qeyrana aborî bandor bûne û ji ber erzanbûna sewal û bihabûna
alif nikarin sewalên xwe xwedî bikin.
Yek
ji ciwanên Wargeha Mexmûrê Zinar Pîran ku ev bi salane sewalan xwedî dike, ji
rojnama me re axivî û anî ziman ku ew ji ber qeyrana aborî bêzar bûne.
‘Kes
nikare sewalan xwedî bike’
Zinar
Pîran di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku sewal nayên firotin û got: “Li
hemû derê Iraqê sewal nayên firotin, ji ber ku sewal gelek erzan bûye. Alifê ku
em ji sewalên xwe re dikirin, pir biha bûye û ev yek bandorek mezin li malbatên
ku sewalan xwedî dikin, kiriye. Ji ber bihabûna alif û erzanbûna sewalan, ti
kes nikare sewalan xwedî bike. Ev qeyrana aborî li tevahî Iraqê bandor kiriye. Em
rewşa malbatên li Iraqî yên ku sewalan xwedî dikin, pirs dikin ew jî heman pirsgirêkan
jiyan dikin. Em sewalên xwe weke mirovan xwedî dikin, alif giranbûye û ji ber
wê em zehmetiyan dikişînin. Tona ceyê pez 800-900 hezarane, torbeyê kaya pez jî
3 hezaran e. Ev ji bo gel pir giran e. Ji ber hişkesaliyê evqas giran bûye.”
‘Tirkiye
Iraqê xirab dike’
Pîran
di nava axaftinên xwe de bal dikişîne li ser rêgiriya PDK’ê û tîne ziman ku PDK
nahêle gelê Mexmûrê li Herêmên Kurdistanê kar bike û wiha pêde çû: “Bi salane
em karê sewalvaniyê dikin, lê îsal gelek zehmet bûye. Em neçarin sewalan xwedî
bikin, ji ber ku rê li me girtiye em nikarin li Herêmên Kurdistanê kar bikin.
Divê Hikûmeta Iraqê alîkarî bide kesên ku sewalan xwedî dikin. Ger alîkarî
nedin wê gel zehmetiyên mezin jiyan bikin. Tirkiye Iraqê xirab dike. Aboriya
Tirkiyê bandorê li Iraqê dike. Mijarek din jî heye, divê sewalên Iraqê neçin ji
derveyî Iraqê, qedexeye. Ev li ser me bandor dike.”
‘Zozanên
Kurdistanê qedexe kirine’
Zinar
Pîran di dawiya axaftinên xwe de bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk ên li
ser Başûrê Kurdistanê û dibêje: “Herêma Mexmûr herêmek çole, ti çêre lê nîne û
cihek ne destdayî ye ku mirov sewalan lê xwedî bike. Ji ber wê, di berê de me sewalên
xwe dibir zozanên Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin niha ji ber êrişên dewleta Tirk
ewder hemû hatine qedexekirin. Gelê Başûr bixwe nikarin sewalên xwe bibin wan
çiyayan. Êrişên dewleta Tirk û zextên PDK’ê gelek bandor li ser kesên sewalvaniyê
dikin, dike. Qeyrana aborî ya Tirkiyê, bandor li Başûr û Iraqê kiriye.”
.jpg)
.jpg)
0 Yorumlar